Hewlêr (Rûdaw) - Li gundewarên Zirgan, Til Temir û Serê Kaniyê xebatên derxistin û pûçkirina mayînan didomin.
Armanca van xebatan ewlekirina rê, cihên niştecihbûnê û zeviyên çandiniyê ye.
Bi vê yekê re tê xwestin ku xelkê koçber bi silametî vegere cih û warên xwe.
Ji sedî 25ê rûberê hatiye paqijkirin
Navenda Paqijkirina Mayînan a Hisîçayê (Hesekê) ragihand ku xebatên tîmên wan ên li ser rêya navbera gundên Til Werd û Unêq Hewayê didomin.
Li gorî agahiyan, rêya qîrkirî bi temamî ji mayînan hatiye paqijkirin û niha jî xebata paqijkirina her du kêlekên rê didome.
Tîm ji her aliyî ve qadeke 25 metreyî paqij dikin û heta niha ji sedî 25ê rûberê diyarkirî hatiye paqijkirin.
Li aliyê din, li gundên Dirdara û Um Kêfê yên navçeya Til Temirê jî xebatên paqijkirinê tên meşandin.
Navendê eşkere kir ku tîmên wan dê yekşemê li gundê Tewîleyê yê li rojavayê Til Temirê jî dest bi xebatên rakirina mayînan bikin.
Ev gav ji bo paqijkirina rûberên berfireh ên çandiniyê û vekirina rêyên sereke yên ber bi Serê Kaniyê ve tê avêtin da ku metirsî li ser jiyana kesên vegeriyayî nemîne.
Banga ji bo xelkê
Navendê bangî xelkê herêmê kir û ji wan xwest ku ji bo parastina canê xwe baldar bin.
Navendê hişyarî da xelkê ku heta ew der bi temamî wekî "devera ewle" neyê ragihandin, neçin cihên xebatê û rêyên biguman bi kar neyînin.



