Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Koreya Başûr sala bê dê ji bo projeyên 4 sektorên navçeya Şingalê 10 milyon dolaran xerc bike.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cîhangîr li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Elî Cîhangîr da zanîn ku ew 10 milyon dolarên ku dê Koreya Başûr bên dê ji bo 4 sektorên taybet ên navçeya Şingalê werin xerckirin.
Li gorî gotina Cîhangîr, dê 2027an dest bi bicihanîna projeyan bê kirin.
Hîn 49 hezar malbat venegeriyane
Li gorî amarên Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê, 49 hezar malbatên koçber ên Şingalê li nav kampên Herêma Kurdistanê û derveyî wan dijîn.
Ew malbat hîn venegeriyane cih û warên xwe.
Kêmbûna xizmetguzariyên li navçeyê yek ji sedemên sereke yên venegara xelkê ye.
Piştgiriya ji bo projeyên çandiniyê
Elî Cîhangîr diyar kir ku dê ev alîkarî li çar sektoran bê xerckirin û got:
"Ev proje ji nûjenkirin, piştgiriya projeyên çandiniyê, projeyên biçûk, xizmetguzarî û projeyên taybet ên ji bo rehabîlîtasyonê (vegerandina asayîbûnê) pêk tên."
Ji Japonyayê jî alîkarî tê
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê amaje bi wê yekê jî kir ku Hikûmeta Japonyayê jî dê alîkariya herêmê bike.
Li gorî agahiyan, Japonyayê dê milyonek û 200 hezar dolaran ji bo nahiyeya Qahtaniyeyê ya navçeya Şingalê û navçeya Hezerê ya li başûrê Nînowayê xerc bike.


