Hewlêr (Rûdaw) - Îsal barana zêde kir ku li Wanê xweza dewlemendtir bibe.
Mêşvanên herêmê hêvî dikin ku ev rewş bandoreke erênî li hilberîna hingiv bike û îsal tenê li Wanê ji 500 tonî derbas bibe.
Şaneyên hingiv li qûntarên Çiyayê Arnosê hatine danîn ku cih di navbera navçeyên Şax û Miksê yên Wanê de ye.
Mêşvanê 24 salî Tekîn Semo şaneyên xwe yên ku li qûntarên Çiyayê Katoyê danîbûn, birine qûntarên Çiyayê Arnosê.
Tekîn Semo da zanîn ku ji ber barana zêde ya îsal cureyên giyayan zêde bûne û xwezaya Wanê dewlemendtir bûye.
Ew dibêje vê yekê jî şertên baş ji bo hilberîna hingiv peyda kiriye.
“Em hêvîdar in ji 500 tonî zêdetir hingiv berhem bînin”
Tekîn Semoyê ku li herêmê bi mêşvaniyê re mijûl dibe got ku şertên îsal ji bo berhemê hingiv baş in û lê zêde kir:
“Li gel barana zêde û zêdebûna cureyên giyayan îsal dewlemendiya hingiv heye.
Em îsal li hêviya hingivekî bi bereket in. Înşalah dê demsal bi dilê me be.”
Semo ragihand ku tenê li navçeya Şaxê nêzîkî 40 hezar şaneyên hingiv hene û anî ziman:
“Her sal 500 ton hingiv berhem tê lê îsal em zêdeyî 500 tonî çaverê dikin.”
Mêşvanan li ser hingivê sexte hişyarî da
Mêşvanên Şaxê her wiha derbarê hingivê sexte hişyarî da û bang kir ku divê hingivê herêmê bi belgeya erdnîgariyê were parastin û bi markaya “Şaxê” were tomarkirin.
Mêşvan Aslan Semo jî bal kişand ser rêbaza hilberînê ya hingivê herêmê û da zanîn:
“Li vê derê bi temamî bi awayekî organîk tê hilberandin.
Li vê herêmê dermanên kîmyayî nayên bikaranîn. Demsal gelekî baş derbas bû.”
Li Wanê ji 150 hezarî zêdetir şaneyên hingiv hene
Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê yên sala 2025an, li parêzgeha Wanê 157 hezar û 687 şaneyên hingiv hene.
Di heman salê de li Wanê hezar û 712 ton hingiv hatiye hilberandin.
Hingivê Wanê bi rêya kargoyan ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re tên şandin.
Her wiha ji bazarên derve re jî tê şandin.


