Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişên dîktatorê rûxayî yê Îraqê Sedam Husên û rejîma Beasê yên 31ê Adara 1991ê yên li ser Herêma Kurdistanê, bi milyonan sivîl ber bi Bakurê Kurdistanê ve çûbûn.
Gorên nû yên wê serdema "Koça Mezin" hatin vekirin.
Di xebatên li çoltera gundê Deştanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê de, cenazeyên 8 kesên ku di rêya koçê de mirine hatin dîtin.
Cenazeyên ku bi pêşengiya Wezareta Enfal û Şehîdan a Herêma Kurdistanê hatin derxistin, ji bo tesbîtkirina nasnameyan veguhastin Saziya Tiba Dadî ya Dihokê.
5 yên zarokan in
Hat diyarkirin ku ji 8 cenazeyên ku ji goran hatine derxistin 5 jê yên zarokan in.
Nasnameya cenazeyekî ji kunyeya li cem hat tesbîtkirin.
Nasnameya pitika 9 mehî ya bi navê Ciwanê jî piştî lêkolînên Rûdawê eşkere bû.
Xebatên ji bo tesbîtkirina nasnameyên kesên din berdewam dikin.
Dayîka Ciwanê: Bi kêmanî dê êdî goreke wê hebe
Sebîha Mihemeda ku wê demê keça xwe Ciwana 9 mehî di rêya koçê de winda kiribû, bi hêsiran wê rojê bi bîr tîne.
Dayîka dilşewat a ku keça xwe ji guhara zêr a di guhê wê de nas kir, ev tişt anîn zimên:
"Pitikeke gelekî bedew bû. Em di nav serma û dûxana çadiran de bûn.
Birçîbûn, xizanî, belkî ew sefaletê were bîra we jî.
Niha hestiyên wê hatin dîtin, mîna ku zindî hatibe dilê me hinekî rihet bû.
Pitikeke gelekî bedew bû lê wisa çû. Heyf bû ku pitikên wiha bi vî rengî winda bibin û biçin."
Alîkarê Wezîrê Enfal û Şehîdan ê Herêma Kurdistanê Navser Evdal çû Bakurê Kurdistanê.
Navser Evdal diyar kir ku pêvajo bi baldarî tê meşandin û got:
"Xebatên ku ji sibehê ve tên meşandin gihîştin qonaxa dawiyê.
Heta niha bermahiyên 8 kesan hatin dîtin lê dibe ku hejmar zêdetir jî bibe.
Piştî ku kar û barên cenazeyan biqedin dê bidin ber mînakên DNAyê yên malbatan.
Em dê ji bo hemû şehîdên xwe li Keleha Nizarkê merasîmekê li dar bixin."
Cenazeyên ku li nêzîkî deriyên sînor ên Serzêr û Uzumluyê hatin dîtin, dê piştî lêkolînên Saziya Tiba Dadî û testên DNAyê bi merasîmên fermî yên wezaretê werin veşartin.


