Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand ku pêvajoya yekkirin û yekeyên hêzên 70 û 80yî yên Pêşmerge bi dawî bûye û ev hêz bi temamî ketin bin banê wezaretê.
Şoriş Îsmaîl diyar kir ku Herêma Kurdistanê êdî bûye xwediyê artêşeke yekgirtî.
Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl îro daxuyaniyek belav kir.
Şoriş Îsmaîl di daxuyaniya xwe de mizgîniya "yekkirina temamî ya hêzên Pêşmergeyan" da.
Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl di daxuyaniyê de got:
"Piştî çendîn salên têkoşîn û hewldanên berdewam me wekî tîmekê di nav Wezareta Pêşmergeyan de kar kir.
Fermanderên hêzên 70 û 80yî jî alîkar bûn û rê xweş kir. Bi vî awayî me karî em hemû asteng û pirsgirêkên kombûyî derbas bikin."
Di çarçoveya reformeke bingehîn de
Wezîrê Pêşmerge diyar kir ku hêzên 70 û 80yî bi pêvajoyeke hûr, leşkerî û plankirî hatine yekxistin.
Şoriş Îsmaîl di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:
"Di çarçoveya vê reforma bingehîn de, hemû hêz li ser asta yek fermande û kontrolê (lîwa, fîrqe û fermandariya herêmê) ji nû ve hatin rêxistin.
Em bi kêfxweşî radigihînin ku her du herêmên fermandeyiya leşkerî bi fermî dest bi kar dikin."
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev destkefteke dîrokî ye.
Îsmaîl her wiha ragihand ku Herêma Kurdistanê dibe xwediyê artêşeke yekgirtî û nûjen û ev artêş dê rasterast di bin fermandariya Wezareta Pêşmergeyan de be.
Spasiya Serokatî, Amerîka û Hevpeymanan kir
Şoriş Îsmaîl li ser piştgiriya ji bo serxistina vê pêvajoyê jî zanyarî dan.
Wî da zanîn ku ev destkefta mezin encama piştgiriya rasterast û berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Alîkarê Serokwezîr e.
Wezîrê Pêşmergeyan her wiha pesnê rola girîng a hêzên Hevpeymanan ên bi pêşengiya Amerîkayê da.
Îsmaîl diyar kir ku ev alîkarî di çarçoveya peymana jihevtêgihiştinê ya di navbera wan de pêk hatiye.



