Hewlêr (Rûdaw) - Hakan Fîdan li Amedê daxuyanî da û diyar kir ku nasnameya Kurdî berê dihatiye înkarkirin û divê pirsgirêkên civakî li şûna tundiyê bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
Fîdan her wiha bal kişand ser potansiyela aborî ya Amedê û da zanîn ku bi xurtbûna aramiya li herêmê, bajar dikare bibe navendeke girîng a aborî û bazirganiyê.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji bo hevdîtinan çû Amedê û li wir bi parêzgar, birêvebirên xwecihî, parlamenter û rêxistina AK Partiyê re civiya.
Piştî hevdîtinan Hakan Fîdan daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya dîrokî, çandî û aborî ya Amedê.
Hakan Fîdan da zanîn ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan girîngiyeke taybet dide Amedê û got ku vî bajarî di dirêjahiya dîrokê de mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye.
Fîdan diyar kir ku Tirkiye di 25 salên dawî de di nav reformên girîng re derbas bûye û polîtîkayên înkarkirina nasnameya Kurdî li paş mane.
Hakan Fîdan destnîşan kir ku hişmendiya serdema 12ê Îlonê li şûna ku xizmeta yekîtî, ewlehî û bipêşketina Tirkiyeyê bike, welat bi paş ve biriye lê di serdema desthilata AK Partiyê de nêzîkatiyeke cuda derketiye holê.
Fîdan li ser mijara perwerdeya bi Kurdî jî nirxandin kirin û got ku ji sala 2013an ve di vî warî de gavên girîng hatine avêtin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê anî zimên ku berê demên ku Tirkiyeyê zêdetir bala xwe dida pêşhatên li Sûriye, Îran an welatên din hebûn û tekez kir ku divê pirsgirêkên civakî di navxwe de bên çareserkirin.
“Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin”
Fîdan destnîşan kir ku reformên hatine kirin nayên wê wateyê ku hemû pirsgirêk bi temamî çareser bûne.
Fîdan da zanîn ku awayê çareserkirina pirsgirêkên civakî girîng e û anî zimên ku divê “têgihîştina biratiyê” ya di bin serokatiya Erdogan de were bihêzkirin.
Fîdan got, “Eger pirsgirêkek hebe, wekî ku hemû cîhan dike divê ev pirsgirêk ne bi tundiyê, bi rêya diyalogê were çareserkirin.”
“Potansiyeleke mezin a aborî ya Amedê heye”
Hakan Fîdan diyar kir ku potansiyeleke mezin a aborî ya Amedê heye û bi bihêzbûna aramiya herêmê dê kapasîteya aborî ya bajêr hîn zêdetir derkeve holê.
Fîdan behsa bendavên Farqîn, Dîcle û Kral Kiziyê û projeyên avdanê kir û got ku bi temamkirina veberhênanên binesaziyê dê berhema çandiniyê û dahat zêde bibin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku ev yek dê ne tenê ji bo aboriya herêmê, ji bo ewlehiya xwirekan a Tirkiyeyê jî bibe alîkar.
Hakan Fîdan bal kişand ser pêşhatên li herêmê jî û ragihand ku bihêzbûna aramî û aştiyê ya li Îraq û Sûriyeyê dê bandoreke erênî li bazirganî û veberhênanên herêmê bike.
Fîdan da zanîn ku Amed dikare di warê bazirganî û pêwendiyên aborî yên herêmî de bibe xwedî pêgeheke girîngtir û anî ziman:
“Hem li Îraqê hem jî li Sûriyeyê bi bihêzbûna aramiyê û bi birêvebirina rast a polîtîkayên me yên herêmî, em dê bibînin ku potansiyela aborî ya li vir dê bi rengekî gelekî bihêztir derkeve pêş.”
Hakan Fîdan di dawiya axaftina xwe de anî zimên ku li gorî vîzyona “herêma bêteror” dibe ku ji bo herêmê serdemeke bi hêvîtir dest pê bike û spasiya xelkê Amedê, birêvebirên xwecihî û nûnerên çapemeniyê kir.



