Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê piştî kuştina bi hovane ya şervanê bi navê Sîpan Huznî alozî derket û li zindana bajêr şewat çêbû.
Di şewatê de 3 kesan canê xwe ji dest da û bi dehan girtî jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên destpêkê, şewat derdora saet 02:00an li zindana bajarê Kobaniyê derketiye.
Ji ber şewat û dûxana zêde gelek girtî birîndar bûn û ew birin nexweşxaneyên bajêr.
Heta niha sedema derketina vî agirî bi zelalî nehatiye zanîn û lêkolîna aliyên pêwendîdar li ser bûyerê didome.
Bijîşkê nexweşxaneyê: 3 kes mirin
Bijîşkê Nexweşxaneya Almanî ya li Kobaniyê Dr. Mizgîn Murşîd li ser rewşa birîndar û qurbaniyan daxuyanî da û anî zimên ku rûdanên li Kobaniyê gelekî mezin in.
Dr. Mizgîn Murşîd eşkere kir ku di zindanê de 26 girtî şewitîne û got:
"3 kes ji wan girtiyên şewitî mirin.
Rewşa tenduristiyê ya ji sedî 60î ya girtiyên şewitî baş e û dermankirina wan berdewam dike lê rewşa birîndarekî ne aram e."
Xelkê Kobaniyê daket qadan
Beriya derketina şewata li zindanê, şeva înê xelkê Kobaniyê li dijî kuştina hovane ya şervanê Lîwaya Hisîçayê Sîpan Huznî daketibû ser cadeyan.
Xelk li Qada Jina Azad civiya û xwest ku kujer bên dîtin û cezakirin.
Roja pêncşemê cenazeyê serjêkirî yê Sîpan Huznî hatibû dîtin û vê bûyerê li herêmê rê li ber karvedan û hêrseke mezin vekiribû.
Beşdarên xwenîşandanê banga edaletê kir û ciwanekî beşdar ji Rûdawê re got:
"Em edaletê dixwazin. Em dixwazin ew kesên ku Sîpan şehîd xistiye bên girtin.
Daxwaza me ya sereke bicihanîna edaletê ye ji bo xwîna Şehîd Sîpan."
Ciwanekî din ê di xwenîşandanê de amade bû jî heman daxwaz anî zimên û got:
"Em dixwazin ew kesên ku ev tawana hovane li hemberî Sîpan kirine di dema herî kurt de bên desteserkirin û radestî dadgehê bên kirin."
Endamê Partiya Yekîtiyê yê li Kobaniyê Ednan Bozan li ser bûyerên dawî axivî û da zanîn ku endamên Asayîşê hejmarek ciwan desteser kirine.
Ednan Bozan diyar kir ku alozî bi desteserkirina wan çend ciwanan dest pê kiriye û bang kir, "Em dixwazin xelk guh nede têkderan."
Li aliyê din, berpirsên ewlehiyê ragihand ku aliyên pêwendîdar li ser tawanê dest bi lêkolîneke hûr kiriye û beşek ji gumanbarên kuştina Sîpan Huznî hatine desteserkirin.
Hat destnîşankirin ku şopandina ewlehî û îstixbaratê berdewam dike heta ku hemû tohmetbar bên girtin û radestî dadgehê bên kirin.


