Amed (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan çû Amedê û li ser pêvajoyê peyamên girîng dan.
Hakan Fîdan pêvajoya ku ji aliyê hikûmetê ve wekî “Tirkiyeya Bêteror” tê binavkirin wekî “pêvajoya biratiyê” pênase kir û xwest ku bi silametî biçe serî.
Fîdan da zanîn, eger tundî ji holê rabe hemû pirsgirêk dikarin bi rêya diyalogê di bin banê parlamentoyê de werin çareserkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li Mizgefta Mezin a Amedê nimêja Înê kir û pişt re çû serdana dikandarên navçeya Sûrê.
Hakan Fîdan her wiha çû serdana Serokatiya Parêzgehê ya AK Partiyê ya Amedê û li wir li ser pêvajoyê daxuyanî da.
Fîdan diyar kir ku ew dixwazin tundî bi temamî ji holê rabe û pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
"Divê em bi awayekî medenî çareser bikin"
Hakan Fîdan li ser pêvajoyê wiha got:
"Di bin pêşengiya Serokkomarê me de, ev pêvajoya biratiyê ya ku hatiye destpêkirin divê biçe serî.
Ev pirsgirêk divê beriya demeke dirêj bi dawî bûbûya.
Heke pirsgirêkek û xaleke nîqaşê li ber me hebe, divê em vê bi awayekî medenî çareser bikin.
Li hemû cîhanê çawa çareser bûye, em jî wisa bikin.
Di bin banê parlamentoyê de, di platformên cuda yên siyasî de, ne bi rêya tundiyê, bi rêya diyalogê divê em vê pirsgirêkê çareser bikin."
17 parlamenter li gel bûn
Di serdana Hakan Fîdan de 17 parlamenterên AK Partiyê yên bajarên cuda jî bi wî re bûn.
Li gorî van parlamenteran, serdana Hakan Fîdan a Amedê piştgiriyek e ji bo çareseriyê.
Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu jî li ser serdanê got:
"Ev pêvajo bi pêş de çûye û bi silametî jî Înşalah dê biqede.
Di vê demê de hatina Diyarbekirê xwedî wate ye.
Ji bo biratiyê û ji bo silametiya pêvajoyê qîmeta peyama wî heye, ji ber vê yekê li vir e."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li ser pêvajoya dawî bi nûnerên saziyên civaka sivîl ên Amedê re jî civiya û li daxwazên wan guhdar kir.


