Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ew êrişên ku li Erebistana Siûdî li boriyên petrolê hatin kirin şermezar dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha piştgiriya xwe ji bo lêkolînên hikûmeta Îraqê yên li ser vê mijarê nîşan da û tekez kir ku nabe axa Îraqê ji bo êrişkirina ser welatên cîran were bikaranîn.
Di daxuyaniyeke Birêvebiriya Kar û Barên Medyayî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin:
“Em wan êrişên ku li Erebistana Siûdî ya bira li boriyên petrolê hatine kirin şermezar dikin û piştgiriya xwe ya temam a bi Erebistana Siûdî re û xema xwe ya ji bo ewlehî û aramiya wê ducare dikin.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hewlên Bexdayê û hat ragihandin:
“Em piştgiriya wan rêkarên Hikûmeta Federal a Îraqê dikin ku ji bo lêkolîna van destdirêjiyan, eşkerekirin û lêpirsîna ji berpirsên wê digire ber xwe.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha li ser parastina serwerî û cîrantiya baş sekinî û destnîşan kir:
“Nabe axa Îraqê bibe çavkaniya gef û destdirêjiyan ji bo welatên cîran.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin:
“Rêzgirtina li serweriya welatan, cîrantiya baş û diyalog û hevkarî, ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê û xurtkirina aştî û aramiya herêmê rêyên herî guncav in.”
Boriyên petrolê bi dronan hatin armanckirin
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî doh di daxuyaniyekê de eşkere kir ku boriya petrolê ya stratejîk a bi navê “Rojhilat ber bi Rojavayê ve” li parêzgehên Riyad û Medîneyê bi çend dronan ku ji axa Îraqê ve hatibûn şandin, hatiye armanckirin.
Hat diyarkirin ku di êrişê de birîndar hene û zerera madî çêbûye.
Erebistana Siûdî ragihandibû ku bi xwesteka Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî wan biryar daye di vê qonaxê de bersiveke leşkerî nedin da ku derfetê bidin Bexdayê ku tedbîrên pêwîst li dijî êrişan bigire.
Her wiha Riyadê anîbû zimên ku mafê wan ê temam heye ku serwerî û dezgehên xwe biparêzin.
Hinartina petrolê hat rawestandin
Rayedarên Erebistana Siûdî ji ber van êrişan, wekî gaveke parastinê û ji bo rêlibergirtina teqîneke mezin, hinartina petrolê ya bi rêya wê boriyê rawestand.
Şiyana wê boriyê heye ku rojane 7 milyon bermîl petrol ber bi Deryaya Sor ve veguhêze.
Ev boriya navborî bêyî derbasbûna di Tengava Hurmizê re, yek ji girîngtirîn rêyên hinartina petrola Erebistana Siûdî ye.



