Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê li bajarê Pîranşarê yê parêzgeha Urmiyeyê bi ser 2 malan de girt, şkence li 2 kesan kir û kel û pelên wan şikandin.
Çavkaniyekê ji Pîranşarê ji Rûdawê re ragihand ku bûyer saet di navbera 04:30 û 05:00an de li taxa Konekoxanê û gundê Şînawê qewimiye.
Hêzên Artêşa Pasdaran berê bi ser mala Emced Yûsifî ya li Konekoxanê de girtiye û şkence lê kiriye.
Ji ber vê şkenceyê ew welatî birîndar bûye û niha li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.
Her wiha hêzên ewlehiyê kel û pelên nav mala wî şikandine û şewitandine.
Heman çavkaniyê da zanîn ku Artêşa Pasdaran her wiha bi ser mala Osman Gerdî ya li gundê Şînawê yê Pîranşarê de jî girtiye.
Wan Osman Gerdiyê nêzîkî 70 salî bi tundî şkence kiriye û ew jî bi giranî birîndar bûye.
Her wiha kel û pelên nav mala wî hatine şikandin û mala wî hatiye talankirin.
Her du welatî xizmên nêzîk ên Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Çavkaniyeke nêzîkî wan malbatan ji Rûdawê re diyar kir ku Osman Gerdî bavê Pêşmerge Ala Gerdî ye.
Emced Yûsifî jî birayê Pêşmerge Mihemed Yûsifî ye ku wekî “Mihemed Baldar” tê naskirin.
Hat ragihandin ku Mihemed Baldar û Ala Gerdî her du jî Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistan-Îranê (PDK-Î) ne û ev çend sal in venegeriyane Rojhilatê Kurdistanê.
Kuştina endamekî Artêşa Pasdaran
Ev êriş di demekê de ye ku doh endamekî Artêşa Pasdaran bi navê Îslam Kek Derwêşî li Pîranşarê ji aliyê kesên nenas ve hat gulebarankirin.
Kek Derwêşî xelkê gundê Kewperê yê Pîranşarê bû û destê sibehê ji ber giraniya birînên xwe mir.
Çavkaniya Rûdawê eşkere kir ku ew hêza bi ser her du malan de girtiye ji navçeya Mengûranê ya Pîranşarê çûye.
Saziyên fermî yên ewlehî û hikûmetê yên Îranê heta niha li ser vê bûyerê ti daxuyanî nedane.



