Hewlêr (Rûdaw) - Birîndarekekî zindana Kobaniyê Mehmûd Manzê behsa şewata li zindanê kir û got, “Ji me re digotin bila wekî kûçikan bimirin.”
Mehmûd Manzê her wiha got, "Em 26 kes di jûrekê de bûn û 3 hevalên me li ber çavên me canê xwe ji dest da."
Yek ji wan kesên ku li girtîgeha bajarê Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê girtî ye û di bûyera şewatê de birîndar bûye Mehmûd Manzê qala hûrgiliyên wan kêliyan ji Rûdawê re kir û got:
"Em hemû raketibûn, ji nişka ve dengê qerebalixiyê hat. Gotin xelkê êriş kiriye. Em derketin û me dît ku ev yek ne rast e. Asayîşa giştî hatibû û digotin xelkê li asayîşa giştî xistiye."
“6 hevalên min mirin”
Mehmûd Manzê diyar kir ku girtiyan paşê ji bo nerazîbûnê agir berdaye jûrê û wî wiha domand:
"Em 26 kes di jûrekê de bûn. Ez jî li wê derê bûm, 3 hevalên me mirin. Me ew hilgirtin û em derketin derve.
Hemû kesên li wê derê birîndar bûn. Agir tenê di jûra me de bû û her tişt şewitî.
Niha zik, pişt, guh û milê min şewitîne. Em xistine girtîgehê, ma me çi kiriye?"
Bûyerê çawa dest pê kir?
Bûyera li girtîgehê derdora saet 02:00yê berê sibehê dest pê kir.
Hêzên ewlehiyê biryar da ku beşek ji ciwanên ku di xwenîşandanan de hatibûn desteserkirin ber bi girtîgehên Helebê ve veguhêzin.
Lê belê girtî li dijî vê biryarê derketin.
Di encama têkçûna rewşa nav girtîgehê de, yek ji girtiyan agir berda doşeka xwe.
Ji ber belavbûna bilez a agir, beşeke mezin a avahiyê şewitî û hinek girtiyan di nav dûman û agir de canê xwe ji dest da.
Aloziyên li Kobaniyê
Destpêka van aloziyan a li Rojavayê Kurdistanê, vedigere dawiya hefteya borî.
Wê demê ciwanekî bi navê Sîpan Hesekê hatibû şehîdxistin.
Sîpan endamê lîwayeke Artêşa Ereban a Sûriyeyê bû.
Ew berê jî şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû.
Piştî şehîdbûna wî, li Kobanî, Qamişloyê û gelek bajarên din pêleke nerazîbûn û xwenîşandanan dest pê kir.
Li bajarê Kobaniyê, dema hêzên ewlehiyê hewl da xwenîşanderan belav bikin, alozî û pevçûn derketin.
Piştre ji bo çûn û hatina Kobaniyê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Hêzeke mezin a ewlehiyê şandin nav bajarê Kobaniyê.
Di vê çarçoveyê de hinek ji ciwanên nerazî hatin desteserkirin.
Ew xistin wê girtîgeha ku piştre bûyer lê qewimî.
Daxuyaniya asayîşê
Fermandariya Hêzên Asayîşa Navxwe ya li Helebê li ser bûyerê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî wan rûdanên ku doh li bajarê Kobaniyê çêbûna, hinek kesan li nav girtîgeha bajêr alozî derxist.
Wan li çend beşan agir vêxist. Ji ber vê yekê agir belav bû û bû sedema mirina 7 girtiyan. Her wiha bi dehan kesên din jî ji ber dûman, xeniqîn û şewatê birîndar bûn."
Fermandariya Asayîşa Navxwe ragihand ku ji bo tesbîtkirina sedem û hûrgiliyên bûyerê dest bi lêpîrsinê hatiye kirin.

