Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobaniyê Eyşe Efendiya ku wekî “Yadê Eyiş” tê naskirin, bi rêya Rûdawê bangî xelkê kir û got, “Nabe ciwan li gorî torên civakî tevbigerin.”
Eyşe Efendiyê sersaxî da malbatên qurbaniyan.
Wê xwest ku xelkê Kobaniyê aram be û bi aqilmendî tevbigere.
"Li gorî torên civakî tevnegerin"
Yadê Eyişê hişyarî da ciwanan ku li gorî hest û gotegotên torên civakî tevnegerin.
Wê girîngiya tevgera aştiyane anî zimên û got:
"Divê xelkê me aram be û xwîngerm nebe. Nabe ciwanên me li gorî agahiyên torên civakî tevbigerin. Divê hemû tevgera xelkê me bi awayekî aştiyane be."
"Dosyeya dîlan hîn nehatiye girtin"
Eyşe Efendiyê bal kişand ser bûyerên bi êş ên di dîroka Kurdan de û wiha axivî:
"Mixabin di dîroka Kurdan de bûyerên wiha gelek bûne. Xelkê me di van salên dawî de rastî gelek êşên mezin hat.
Beriya niha li Zindana Hesekê (Hisîça) jî ciwanên Kurd hatin şewitandin. Mixabin dosyeya dîlên di girtîgehan de hîn jî nehatiye girtin."
Rêya siyasî û saziyên hikûmetê
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobaniyê destnîşan kir ku divê pêvajoya tevlîbûna nav saziyên hikûmetê were meşandin.
Wê bal kişand ser girîngiya qada siyasî û got:
"Ti carî rêyên siyasî û rêyên şer nagihîjin hev. Çi dibe bila bibe, em neçar in tev li saziyên hikûmetê bibin.
Me dijmin neçar kir ku were li dora maseyê rûne. Divê em bi hev re gavên tên xwestin biavêjin."


