Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê xwişk û birayek ketin hewza avdaniyê.
Di bûyerê de zaroka 10 salî xeniqî.
Li gundekî navçeya Misircê, doh Mehmet Şîrîn Y. û xwişka wî Meryem Yya 10 salî ketin hewza ku ji bo avdaniyê tê bikaranîn.
Zarokên ku ketin hewzê piştî demeke kurt ji ber çavan winda bûn.
Li nexweşxaneyê mir
Malbatê ew zarok ji avê derxistin û bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.
Piştî midaxeleya destpêkê Meryem Y. sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hat kirin.
Meryema 10 salç tevî hemû hewldanan û midaxeleyên li nexweşxaneyê mir.


