Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku wan îşev li navçeya Xurmalê ya parêzgeha Helebceyê emîrekî DAIŞê desteser kiriye.
Asayîşa Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku Birêvebiriya Giştî ya Operasyonan a Asayîşê doh demjimêr 23:20î li Xurmalê operasyonek kiriye.
Di operasyonê de emîrekî DAIŞê hatiye desteserkirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di 96 demjimêrên borî de çend operasyonên din jî hatine kirin.
Ev operasyon bi fermana Serokê Saziya Asayîşê ya Herêma Kurdistanê û bi biryara Dadgerê Lêkolînê yê Asayîşê hatine kirin.
Birêvebiriya Giştî ya Operasyonan a Asayîşê bi hevkariya Birêvebiriya Asayîşa Parêzgehên Silêmanî û Helebceyê 2 tîmên DAIŞê desteser kirine.
Bi van operasyonan 22 endamên DAIŞê hatine desteserkirin ku hinek ji wan endamên nihênî bûne.
Plan dikirnin ku êrişan bikin
Asayîşê di operasyonan de dest daniye ser gelek çekên giran, navîn û sivik, bombe, dûrbînên leşkerî û teqemeniyan.
Li gorî daxuyaniyê, van çekdaran plan dikir ku nîveka meha Îlonê çend êrişên terorîstî bikin.
Asayîşê eşkere kir ku niha ew hemû girtî ne û lêpirsîna wan berdewam dike.
Hemû belge û agahî di destê Birêvebiriya Giştî ya Operasyonan a Asayîşê û Dadgerê Lêkolînê de ne.
Asayîşê da zanîn ku di dema desteserkirina emîrê DAIŞê de şer derketiye lê ew sax hatiye girtin.
Operasyon bêyî zererên canî bi dawî bûye.
Asayîşê di dawiya daxuyaniya xwe de got:
"Em dê di demeke nêzîk de hemû lixwemikurhatin û belgeyan ji raya giştî re eşkere bikin.
Hemû endamên vê koma desteserkirî Kurd in."


