Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dulkadîrogluyê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê, 2 kesên ku ji bo paqijkirinê ketibûn nav bîreke avê ji ber gaza bi jehr xeniqîn.
Bûyer li gundekî navçeya Dulkadîrogluyê qewimî.
Li gorî agahiyan, Mehmet Tekînê 37 salî û Gurbet Esenceliyê 52 salî ji bo paqijkirinê daketin nav bîreke avê.
Piştî ku her du kes demeke dirêj ji bîrê derneketin, gundî dilgiran bûn û saziyên pêwendîdar agahdar kirin.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û AFAD çûn cihê bûyerê.
Tîmên rizgarkirinê bi werîsan daketin bîrê û dît ku her du welatî di bîrê de mirine.
Hat ragihandin ku Mehmet Tekîn û Gurbet Esencelî ji ber gaza metirsîdar a di bîrê de bi jehrê ketine û xeniqîne.
Tîman cenazeyên her du kesan ji bîrê derxistin û ji bo kar û barên otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Pratîkê ya Zanîngeha Mereşê.
Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêpirsînekê kir.



