Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Şêxelanê yê navenda parêzgeha Mûşê zarokekî 13 salî yê ku ketibû nava golekê xeniqî.
Bûyer li gundê Şêxalanê yê navenda parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê qewimî.
Li gorî agahiyan, zarokê bi navê Îsmaîl Ayhanê 13 salî ket gola avê ya li nêzîkî gund lê piştî demekê di nav avê de winda bû.
Kesên derdorê dema dît ku zarok ji avê derneket, yekser aliyên pêwendîdar agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên cendirmeyan, AFAD, tîmên tenduristiyê û tîmên binavger ên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bedlîsê çûn golê.
Tîmên bin avê di nava golê de dest bi lêgerînê kir.
Tîman piştî xebatê xwe gihand Îsmaîl Ayhan, ew ji nav avê derxist û radestî tîmên tenduristiyê kir.
Îsmaîl Ayhan piştî midaxeleya ewil bi ambulansê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê lê tevî hemû hewldanên bijîşkan zarokê 13 salî mir.
Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêpirsînekê kir.



