Hewlêr (Rûdaw) - Bozan Daliyê ku ciwanekî 24 salî û bavê 3 zarokan bû, tenê çend roj beriya ku ji girtîgehê were berdan, di nava dûxan û agirê girtîgeha Kobaniyê de xeniqî.
Xalê wî Ehmed Cimo bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê ya ku ji aliyê Nalîn Hesenê ve tê pêşkêşkirin û behsa bobelata ku bi serê xwarziyê xwe de hatiye kir.
Bozanê 24 salî bavê 3 zarokan bû ku zarokekî wî 5 salî, yê din 4 salî û ya herî biçûk jî keçeke 2 salî ye.
Ew ji meha Adarê ve girtî bû û diviyabû îro bihata berdan lê li şûna ku vegere hembêza zarokên xwe, cenazeyê wî radestî malbatê hat kirin.
Xalê wî Ehmed ji Rûdawê re qala kêliya bihîstina xebera reş kir û got:
"Pismamekî min ê di nava Hêzên Asayîşê de ku li rojhilatê Feratê ye, telefonî min kir û got agir bi girtîgehê ketiye û xwarziyê te jî di hundir de ye.
Em bi lez çûn Kobaniyê. Gotin hinek kes reviyane û hinek kes jî mirine.
Em li nexweşxaneyan geriyan lê me ew nedît.
Paşê em çûn Nexweşxaneya Leşkerî û me cenazeyê wî li wir dît."
Ehmed bal kişand ser wê yekê ku Bozan û hevalên wî neşewitîne û ji ber dûxanê xeniqîne û anî zimên:
"Min bi çavên xwe 8 cenaze dîtin.
Rûyê wan neşewitîbû û di laşê wan de jî şewateke mezin nebû, hemû ji dûxanê xeniqîbûn."
"Ma kes nebû ku derî li wan veke?"
Xalê Bozan li ser sedema derketina agir eşkere kir ku piştî rûdanên dawiyê, gotegot belav bûbûn ku dê girtiyan veguhêzin girtîgehên Helebê û girtiyan jî ev yek qebûl nekiribû û da zanîn:
"Girtiyan gotibû, em li Kobaniyê dimirin lê naçin Helebê.
Ji ber vê jî agir berdabûn girtîgehê. Di wê jûrê de 26 kes hebûn.
Pirsa me ew e, ma kesek nebû ku derî li wan veke?
Eger ew derî bihata vekirin ev bobelat çênedibû."
Xalê wî her wiha gotinên dawî yên Bozan bi bîr anîn:
"Her roja şemiyê em diçûn serdana wî.
Digot, em bê sûc û sedem ketine vê girtîgehê, eger hûn min dernexînin ez dê agir berdim xwe.
Me digot qey em dê wî bi saxî bibînin lê mixabin me cenazeyê wî oxir kir."
Jiyaneke tijî koçberî
Bozan Dalî bi eslê xwe ji gundê Xanika Evdoyê yê Kobaniyê bû lê malbata wan ji zû ve li Serê Kaniyê bi cih bûbû.
Bi êrişên Nusrayê re, Bozan tevî dayîk û 4 xwîşkên xwe koçberî Bakurê Kurdistanê bû û paşê vegeriyan Kobaniyê.
Piştî êrişên DAIŞê yên li ser Kobaniyê jî malbat ji hev belav bû û barê xwedîkirina wî û xwîşkên wî ket ser milê xalên wî.
Ehmed behsa xeyalên xwarziyê xwe yê ciwan kir û got:
"Wî dixwest wekî her kesî bijî, debara xwe bike û zarokên wî bixwînin, bibin bijîşk lê nehîştin bigihêje xeyalên xwe."
"Ez qebûl nakim ku berpirs werin sersaxiyê"
Malbata Bozan lêpirsîneke zelal û dadperwer dixwaze da ku rastiya venekirina deriyan were eşkerekirin.
Ehmed bi tundî red kir ku berpirsên birêvebiriya Kobaniyê beşdarî şîna wan bibin:
"Me konê xwe vedaye lê ez qebûl nakim berpirs werin bin konê min.
Bozan 3 caran ji ber vê zilm û bêçaretiyê koçber bû.
Berpirsyara yekser a vê bobelatê birêvebirî ye ji ber ku derî li wan nehatin vekirin.
Daxwaza me tenê ew e ku rastî eşkere bibe."
Li gorî agahiyan, li Kobaniyê 2 roj şîn hatiye ragihandin û biryar e qurbaniyên vê bobelatê sibe bi merasîmekê werin veşartin.


