Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Konseya Birêvebir a KCKyê derbarê bipêşketinên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de daxuyaniyek belav kir.
KCKyê hişyarî da hikûmeta Şamê ku dest ji astengkirina zimanê Kurdî berde.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku perwerdeya bi zimanê dayîkê "xeta sor" e.
Di destpêka daxuyaniyê de KCKyê sersaxî da malbata ciwanê Kurd Sîpan Hiznî ku li Hisîçayê (Hesekê) hatibû kuştin.
KCKyê her wiha sersaxî da malbatên wan 9 kesan jî ku di şewata girtîgeha Kobaniyê de canê xwe ji dest dabû û şîfa ji bo birîndaran xwest.
"Redkirina îradeya xwecihî ye"
KCKyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rûdanên dawiyê yên li Kobaniyê û şandina hêzên leşkerî ya ji aliyê Şamê ve û got:
"Çareserkirina pirsgirêkan a bi şandina hêzên ji Şam û Helebê ya ji bo Kobaniyê, redkirina îradeya xwecihî ye. Ev yek nîşaneya berdewamiya çanda desthilatdariya Beasê ye."
"Zimanê dayîkê xeta sor e"
KCKyê hewldanên ji bo sînordarkirina zimanê Kurdî şermezar kir û ragihand:
"Ev 14 sal in li herêmên Kurdî perwerdeya bi zimanê dayîkê tê dayîn û niha dixwazin vê perwerdeyê asteng bikin.
Ev êriş nîşan dide ku hikûmeta demkî ya Şamê naxwaze hebûna Kurdan bi awayekî rastîn nas bike.
Bi vî rengî versiyona olperest a neteweperestiya Beasê tê ferzkirin."
KCKyê anî zimên ku gel û ciwan li dijî vê yekê li ser pêyan in û helwesta xwe nîşan didin û got:
"Gel û xwendekar dibêjin ku perwerdeya bi zimanê dayîkê xeta me ya sor e.
Gotina 'di dema Beasê de qet nedihat hînkirin' tenê demagojî ye. Gelê me nîşan da ku ew dê lîstikên bi vî rengî qebûl neke."
Pêvajoya entegrasyona demokratîk
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 6ê Kanûna Paşîn a 2026an hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku bi giranî ji HTŞyê pêk tên, êrişî Rêveberiya Xweser kiribûn.
KCKyê diyar kir ku piştî wan êrişan Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan banga çareseriya aştiyane ya li ser bingeha "entegrasyona demokratîk" kiribû û lihevkirinek çêbûbû.
KCKyê helwesta DEM Partiyê jî bi bîr anî û got, "DEM Partiyê destwerdana li Kobaniyê wekî provokasyonekê ya li dijî pêvajoya entegrasyona demokratîk nirxand."
Peyama ji bo hikûmeta Şamê
KCKyê di dawiya daxuyaniyê de ji hikûmeta demkî ya Şamê xwestr ku dev ji van gavên şaş berde û peyama xwe wiha bi dawî kir:
"Divê hikûmeta demkî ya Şamê xwe ji wan helwest û destwerdanan vekişîne ku zererê didin wan.
Divê hêza Kurdan ji bo demokratîzekirin û aramiya Sûriyeyê bi kar bîne.
Dewleta Sûriyeyê tenê dema ku jiyana demokratîk û azad a hemû nasname û baweriyan nas bike, dikare bibe xwedî aramî û hêzeke xurt."


