Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê krîza kêmbûna dibistanan û qerebalixiya polan bûye pirsgirêkeke mezin.
Serdema nû ya xwendinê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nêzîk dibe.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, hinek dibistan bûne sê dan û li hinek polan zêdetirî 40 xwendekarî dixwînin.
Li bajêr zêdetirî 10 dibistanên taybet lê ev pirsgirêk hîn jî nehatiye çareserkirin.
Piraniya xwendekaran ji ber dûrbûna dibistanan neçar in rojane 2 heta 3 kîlometreyan bi peyatî yan jî bi otomobîlên kirê biçin.
Pirsgirêka çûn û hatinê
Veguhastina giştî ya wekî otobus û metroyan nîne.
Ji ber vê yekê malbat mecbûr in bi taksî û otomobîlên taybet zarokên xwe bibin dibistanê.
Ev yek dibe sedema barekî giran ê aborî.
Her wiha di demên destpêk û dawiya dewaman de li ber dibistanan qerebalixiyeke zêde çêdibe.
Gelek caran jî qezayên trafîkê rû didin.
Amar çi dibêjin?
Li gorî amaran, rûberê ku dikeve para her xwendekarekî li Merîwanê gelekî kêm e.
Li Tahrana paytext ev rûber 8,85 metre ye.
Li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê 6,34 metre ye û li navenda bajarê Sîneyê jî 5,80 metre ye.
Lê belê li Merîwanê rewş gelekî xerab e.
Ji ber sedemên kar û bazirganiyê koçberiyeke zêde ber bi Merîwanê ve heye û nifûs zêde bûye. Ji ber vê yekê rûberê ji bo her xwendekarekî tenê 1,43 metre ye.
Erdên dibistanan dibin xanî
Sala 1995an di plana bajêr de gelek cih ji bo çêkirina dibistanan hatibûn diyarkirin lê ev plan nehatin bicihkirin.
Hinek ji wan erdan ji bo çêkirina xaniyan yan jî ji bo karên din hatin bikaranîn.
Wekî mînak, li taxa Baharanê ya Merîwanê erdekî 3 hezar û 860 metreçargoşe ji bo dibistanê hatibû veqetandin.
Lê ji ber krîza aborî karê çêkirina wê rawestiya ye.
Niha barê giran ê çêkirin û nûjenkirina dibistanan ketiye ser milê xêrxwazan.
Ji ber şer 126 dibistanî zerer dîtiye
Li aliyê din, Birêvebiriya Perwerdeyê ya Parêzgeha Sîneyê jî balê dikişîne ser mijareke din.
Ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re, 126 dibistanan li parêzgehê zerer dîtiye.
Hinek ji van dibistanan li Merîwanê ne.
Birêvebirê Perwerdeyê yê Sîneyê Fuad Huseynî da zanîn ku heta niha tenê 100 ji wan dibistanan hatine nûjenkirin.
Dê 23yê Îlona 2026an zengê destpêka serdema nû ya xwendinê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bê lêdan.
Krîza kêmbûna dibistanan û zêdebûna xerciyên çûn û hatinê rewş gelekî zehmet kiriye.
Ev pirsgirêk bûne barekî giran ê derûnî û aborî li ser milê malbatên herêmê.



