Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê yê li herêma Zirgwêzeleyê ya parêzgeha Silêmaniyê da zanîn ku bi sê mûşekan êrişî wan hatiye kirin.
Qaymeqamê Helebceyê jî nûçeyên hebûna bombebaranê yên li ser sînorê xwe red kirin.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê Elî Rencberî îro ji Rûdawê re got:
"Îro berê sibehê saet 03:10an êrişî kampa malbatên Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê ya li herêma Zirgwêzeleyê hat kirin. Di êrişê de ti xisara canî çênebû."
Li gorî gotina Rencberî, êriş bi sê mûşekan hatiye kirin.
Qaymeqamê Helebceyê nûçeyên êrişê red kirin
Her îro îdiayên li ser êrişeke bi dronê ya li Helebceyê jî belav bûn.
Lê belê Qaymeqamê Helebceyê Simko Salar ji Rûdawê re ragihand, "Li ser parêzgeham me ti êriş çênebûye."
Bîlançoya êrişên li ser Herêma Kurdistanê
Li gorî amarên Rûdawê yên derbarê êrişên li ser Herêma Kurdistanê de, ji destpêka şer ve heta dawiya meha borî bi 983 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest da û 156 kes jî birîndar bûn.



