Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro berê sibehê demjimêr 03:10an, bi 5 mûşekan êrişî çend deverên parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê deverên ku bûne hedef ev in:
Bi 3 mûşekan êrişî Zirgwêzeleyê hatiye kirin.
Mûşekek li nêzîkî gundê Gurgeçiyayê yê nahiyeya Sîrwanê ketiye xwarê.
Mûşekek jî di navbera gundên Darî Zayin û Mîrasiya Xwarû yên li Qeredaxê ketiye xwarê.
"Ti ziyana canî nîne"
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di encama van êrişan de ti ziyanên canî çênebûne.
Asayîşê her wiha ji bo parastina silametiya wan bangî welatiyan kir ku piştî êrişan nêzîkî wan deveran nebin û dest nedin parçe û paşmayên mûşek û dronan.
Êrişî kampa Komeleyê hat kirin
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê Elî Rencberî ji Rûdawê re ragihand ku bi 3 mûşekan êrişa kampa wan li herêma Zirgwêzeleyê ya parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.
Elî Rencberî got, "Îro berê sibehê saet 03:10an êrişî kampa malbatên Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê ya li herêma Zirgwêzeleyê hat kirin. Di êrişê de ti xisara canî çênebû."



