Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Birêvebirê Kar û Barên Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê Steven Fagin rûdanên li herêmê gotûbêj kirin.
Pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Amerîkayê re, rewşa navxweyî ya Îraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di civînê de hatin gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Birêvebirê Kar û Barên Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê Steven Fagin qebûl kir.
Nêçîrvan Barzanî ji bo erkê wî yê nû hêviya serkeftinê ji Steven Fagin re xwest.
Her wiha wî amadebûna temam a Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û serxistina erkê Fagin ducare kir.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Amerîkayê re hatin nirxandin.
Bipêşxistina hevkariya hevbeş a di warên cuda de û rewşa navxweyî ya Îraqê jî hatin nîqaşkirin.
Her wiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û girîngiya çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalogê hatin gotûbêjkirin.
Piştgiriya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê
Steven Fagin spasiya xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê ya li Îraqê û herêmê anî zimên.
Wî behsa girîngiya aramiyê û bihêzkirina pêwendiyên welatê xwe yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan qala girîngiya piştgiriya ji bo hikûmeta Îraqê û pêvajoya jinavbirina çekên li derveyî dewletê kir.
Rewşa navxweyî, girîngiya wekhevî û yekdengiya li Herêma Kurdistanê û rûdanê dawî yên lu herêmê mijarên din ên hevdîtinê bûn.



