Tora Medyayî ya Rûdawê rekoreke dîrokî li ser asta cîhanê bi dest xist. Rûdaw bi serbilindî radigihîne ku wê bi dîtina herî zêde ya vîdeoyekê li ser platforma Facebookê di dema 24 demjimêran de rekoreke Guinnessê li ser asta hemû cîhanê şikandiye.
Ev serkeftineke dîrokî ye ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo medyaya dîjîtal û medyaya Kurdistanê bi giştî tomar dike. Ev destkeft bi taybetî di warê rastkirina agahiyan, rastkirina rastgotinê û bihêzkirina baweriyê de li ser asta hemû cîhanê ye.
Vîdeoyeke Rûdawê ya taybet bi lêkolînkirina rastiyan (Fact-Checking) 24ê Tîrmeha 2026an ji aliyê 284.007.601 bîneran ve hat dîtin. Bi vê yekê jî Rûdaw bû xwediyê vîdeoya herî zêde hatî dîtin li ser Facebookê di maweya 24 demjimêran de li seranserê cîhanê.
Ev destkeft pêgeha Tora Medyayî ya Rûdawê wekî dezgeheke pêşeng û cihê baweriyê di warê hilberîna naveroka dîjîtal û gihandina wê ya ji bo hejmara herî berfireh a temaşevanan a li cîhanê de îsbat dike.
Tomarkirina vê rekorê hevdem e li gel zêdebûna aloziyên Rojhilata Navîn, belavbûna agahiyên nerast e. Her wiha di demekê de ye ku baweriya xelkê ya bi nûçeyên medyaya dîjîtal kêm bûye û pûçgerî û vîdeoyên bênaverok û bê bawerî li medyaya civakî ya herêmê berbelav bûne.
Tora Medyayî ya Rûdawê di vê demê de platformên xwe yên dîjîtal ji bo piştrastkirina agahiyan û pêşkêşkirina raporên hûr û zelal bi kar anîn. Pêşwaziya berfireh a bînerên cîhanê ji bo vê vîdeoyê, girîngiya rojnamegeriya pîşeyî, xwasta li ser agahiyên cihê baweriyê û berhemên asta bilind ducare dike.
Ev destkefta nû, berdewamiya zincîreyek ji serkeftinên navneteweyî yên Rûdawê ye. Îsal jî wekî salên borî, raporên rojnamegeriyê, belgefîlm û berhemên dîjîtal ên Rûdawê, gelek xelatên cîhanî bi dest xistin û bala temaşevanan a li ser asta navneteweyî kişand.
Ev rekora ku Rûdawê di rekorên cîhanî yên Guinnessê de bi dest xistiye rûyeke din a cîhanî dide karên Rûdawê. Ev ne tenê diselmîne ku Rûdaw li ser asta herêmê pêşeng e, di heman demê de şiyana Rûdawê ya ji bo hevrikiya li ser asta medyaya cîhanî ducare dike. Ew her wiha îsbat dike ku Rûdaw wekî dezgeheke xwedî pêbawer a herêmî û cîhanî di rastkirina agahiyan de roleke girîng dilîze.
Em ji vir jî radigihînin ku Rûdaw dê bi hêzeke zêdetir wekî çavkaniyeke cihê baweriyê û platformeke girîng ji bo dijberiya nûçeyên nerast karên xwe bidomîne.
Ev destkeft ji bo Rûdawê ne tenê hejmar e, di heman demê de berpirsyariyeke mezin e û belgeyên ji bo bandora têkelkirina rojnamegeriya pîşeyî, berhemên bi kalîteya bilind û stratejiyeke bihêz a dîjîtal e ku berhema nifşê nû yê Rûdawê ye.
Rûdaw ji Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, vê serkeftina cîhanî radigihîne û dê ji bo avakirina standardên nû yên ji bo karê medyayî yê li herêmê karên xwe bidomîne. Rûdaw bi baweriyeke temam radigihîne ku ew bi hêza ciwanên Kurdistanê di nav nûbûn û bipêşketineke berdewam de ye.
Rekora bawerî û rastgoyiya Rûdawê ya li Guinnessê li hemû temaşevan, xwîner û guhdarên Rûdawê pîroz be.
Tora Medyayî ya Rûdawê
14ê Îlona 2026an



