Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê amadehiyên "Festîvala Berhemên Xwemalî" tên kirin.
Akrê wekî yek ji navendên çandinî û xwarinê yên Herêma Kurdistanê tê naskirin.
Îsal dê Festîvala 3yemîn a Berhemên Xwemalî li vê navçeyê were lidarxistin.
Di festîvalê de dê 100 cotkar cih bigirin û hêjîr, birinc, simaq û hingivê navdar ê Akrê dê bi bihayekî guncav bigihîjin destê bikiran.
Festîval 3 rojan didome
Ev festîval ji bo piştgiriya berhemên xwemalî û danasîna çêjên taybet ên herêmê tê organîzekirin.
Birêvebirê Çandiniyê yê Akrê Fazil Mistefa li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Fazil Mistefa da zanîn ku dê festîval 17, 18 û 19ê Îlonê were lidarxistin.
Festîval dê li Meydana Firotina Bi Koma Nûjen a Akrê were lidarxistin.
Ji ber ku îsal beşdariyeke zêde tê çaverêkirin, qada çalakiyê hatiye firehkirin.
Dê 100 stend werin danîn û biha guncav bin
Fazil Mistefa diyar kir ku dê di çarçoveya festîvalê de ji bo cotkaran 100 stendên taybet werin danîn.
Wî destnîşan kir ku ev organîzasyon dê hem bi kêrî cotkaran hem jî bi kêrî bikirina bê û got:
"Festîvala me dê heta derengiya şevê ji bo xelkê vekirî be. 100 cotkarên me ji niha ve navên xwe qeyd kirine da ku berhemên xwe nîşan bidin.
Armanca me ew e ku cotkarên me berhemên xwe rasterast û bêyî navbeynkaran bifiroşin.
Ji bo ku biha giran nebin û hevrikiyeke baş çêbibe, me di her komeke berheman de cih da 5 heta 6 cotkaran.
Bi vî awayî welatî û geştyar dê karibin berhemên xwemalî yên bikalîte bi bihayekî gelekî guncav bikirin."
Hêjîr, birinc, simaq û hingiv derdikevin pêş
Di festîvalê de dê tamên tomarkirî yên cografyaya Akrê derkevin pêş.
Bi taybetî hêjîra Akrê ya ku bûye sembola navçeyê, cureyên birincê xwemalî, simaqa çiyayî û cureyên hingivê xwezayî dê li ser stendan cihê xwe bigirin.
Festîval yekemîn 3yê Îlona 2023yan bi 20 cureyên berheman dest pê kiribû.
Ev festîval ji bo tûrîzm û aboriya herêmê bûye navendeke girîng a balkişandinê.
Li gorî amarên fermî, par nêzîkî 40 hezar geştyarên navxweyî û biyanî beşdarî festîval bûbûn.
Hêza çandiniyê ya salane ya Akrêyê
Akrê bi axa xwe ya bi bereket û avhewaya xwe ya guncav tê naskirin.
Her sal li vê navçeyê li ser asteke rekor berhemên çandiniyê tên hilberîn.
Li gorî amarên Birêvebiriya Çandiniyê ya Navçeyê, li herêmê salane bi navînî 8 heta 12 hezar ton birinc tê hilberîn.
Her wiha nêzîkî 9 hezar ton hêjîr, 7 hezar ton simaq û 135 ton hingivê bikalîte tê hilberîn.



