Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê
Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka
nebûna baweriya gel a derbarê pêvajoyê divê gavên şênber û bingehîn werin avêtin
û got, “Divê em vê carê qet nebêjin xwezî"
Adnan Selçuk Mizrakli hefteya borî piştî temamkirina cezayê
girtîgehê yê 9 sal 4 meh û 15 rojan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa Fyê ya Edîrneyê
hat berdan.
Mizrakli piştî berdana xwe bû mêvanê Rûdawê û nirxandinên
xwe yên derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, doza Kurdan, lêgerîna aştiyê,
rewşa Selahattîn Demîrtaş û rola potansiyel a birêvebiriyên herêmî bi Hawar Celaledînê re parve kirin.
Mizrakli anî ziman ku piştî derketina ji girtîgehê wî pêşî
guherînên di hundirê xwe de dîtine û diyar kir ku her çend çavdêriyeke mezin a
gel li ser pêvajoyê hebe jî pirsgirêka nebûna baweriyê berdewam dike.
"Di civakê de pirsgirêka baweriyê heye"
Mizrakli diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê gavên
şênber ên ku hemû civak karibe wan hest bike û piştgiriyê bide wan werin avêtin.
Selçuk Mizrakli li ser rê û rêbazên pêvajoyê wiha berdewam
kir:
"Tiştê ku baweriyê xurt bike, avêtina gavên bingehîn e.
Divê gavên wiha bên avêtin ku bandorê li her kesî bikin, her kes wan hest bike
û her kes wan bipejirîne."
Mizrakli destnîşan kir ku pêvajo ne tenê Tirkiyeyê eleqedar
dike û diyar kir ku ev pêşveçûn dikarin ji bo herêma berfireh a Kurdan û
Rojhilata Navîn encamên girîng bi xwe re bînin.
Mizrakli bi gotina "ev pêvajo ew qasî hesas e ku dikare
bandorê ne tenê li Tirkiyeyê, her wiha li herêmên berfireh ên Kurdan ên li
derveyî sînorên Tirkiyeyê û bi giştî li Rojhilata Navîn jî bike" û da
zanîn ku ji bo paşerojê pêdiviya civakê bi hêviyê heye.
"Heke ronahiyeke bi qasî serê derziyekê jî hebe, wê
rêyê bişopînin"
Mizrakli got ku pêvajoya li Tirkiyeyê ji mînakên din ên
çareserkirina nakokiyan ên li cîhanê cuda ye lê belê bal kişand ser wê yekê ku
divê di şopandina aştiyê û çareseriya demokratîk de israr hebe û nêrîna xwe bi
vî awayî anî ziman:
"Heke hûn li cihekî ronahiyeke pir kêm jî bibînin, heke
hûn rêyeke derketina ber bi aştiyê ve bibînin wê rêyê bişopînin."
Mizrakli diyar kir ku divê pêvajo bi nêzîkatiyeke dilsoz,
veguherîner û ji bo tevahiya civakê bi awayekî sûdewar bimeşe, her wiha got ku
divê armanc Tirkiyeyeke demokratîktir, girêdayî azadiyê, xwedî serweriya yasayê
û wekhevîxwaz be.
Mizrakli anî ziman ku dibe carinan asteng an zehmetî
derkevin û destnîşan kir ku divê armanca aliyan çareserkirina van pirsgirêkan
be.
"Pêwîst e pêvajo zelaltir be"
Mizrakli bal kişand ser wê yekê ku di navbera pêvajoya
çareseriyê ya berê û ya niha de derbarê agahdarkirina raya giştî cudahî heye.
Selçuk Mizrakli anî ziman ku pêwîst e civak derbarê pêvajoyê
baştir were agahdarkirin û xwest ku nexşerêyeke fehmbar were amadekirin.
Mizrakli li ser pêşkêşkirina agahiyên pêvajoyê ya ji bo gel
wiha berdewam kir:
"Ez bawer dikim ku pêwîst e pêvajo zelaltir bibe. Her çend
heta bi astekê pêwîstiya bi nihênîbûnê tê qebûlkirin jî dê hêja be ku alî
niyetên xwe yên paşerojê û nexşerêyê zelaltir bikin."
Li gorî Mizrakli eger pêvajo tenê di navbera aktorên siyasî
de û bêyî tevlibûna têr a civakê were meşandin valahiya agahiyê ya ku çêdibe
dikare bibe sedema şîroveyên cûda û analîzên xelet.
Derbarê Demîrtaş: "Mirovê aştiyê, mirovê
dadweriyê"
Siyasetmedarê Kurd her wiha rewşa hevserokê berê yê HDPyê
Selahattîn Demîrtaşê ku niha girtî ye jî nirxand.
Mizrakli destnîşan kir ku pirsên wiha hene ku tenê Demîrtaş
bi xwe dikare bersiva wan bide û ew wekî "mirovê aştiyê" û
"mirovê dadweriyê" pênase kir û wiha berdwam kir:
"Selahattin Demîrtaş mirovê aştiyê ye, mirovê
çareseriyê ye. Ew kesayetekî wisa ye ku her tim baweriya wî bi demokrasiyê,
serweriya yasayê, dadmendiyê, wekheviyê û bikaranîna maf û azadiyan hebûye û ji
bo pêkanîna van jî têkoşîneke siyasî daye meşandin."
Mizrakli diyar kir ku Demîrtaş di warê civakîkirina aştiyê û
lêgerîna çareseriya siyasî de kesayetekî sereke ye û hêviya xwe anî ziman ku
"ev pêvajoya girtina neyasayî, ev pêvajoya ku tê wateya dîlgirtina wî, bi
dawî bibe."
“Divê vê carê em
qet nebêjin xwezî”
Mizrakli bal kişand ser wê yekê ku negihîştina encameke
serkeftî ya di pêvajoya çareseriyê ya berê de ji bo îro derseke girîng e.
Mizrakli diyar kir ku nirxandinên bi rengê “Xwezî me ev 25
sal berê çareser bikira, xwezî me 40 sal berê çareser bikira, xwezî me di
pêvajoya sala 2015an de bigihanda encamê” tên fehmkirin lê dîsa jî divê vê carê
heman şaşî ducare nebe.
Mizrakli li ser girîngiya biserketina pêvajoyê jî wiha got:
“Divê vê carê em neçar nemînin ku bibêjin ‘Xwezî.’ Eger em
dîsa bibêjin ‘Xwezî’, ev tê wê wateyê ku tiştek kêm maye, neqediyaye yan jî bi
awayekî şaş hatiye kirin.”
Ji bo birêvebirên herêmî banga "aştiyê"
Mizrakli diyar kir ku birêvebirên herêmî jî dikarin di
pêvajoya aştiyê de roleke girîng bilîzin.
Wî bal kişand ser wê yekê ku pêwîst e şaredariyên bajarên
cuda zêdetir pêwendiyê bi hev re deynin û projeyên hevpar bi pêş bixin û got ku
divê ev yek tenê bi bajarên Kurdan re sînordar nemîne.
Mizrakli anî ziman ku hikûmetên herêmî li seranserê
Tirkiyeyê ji Deryaya Reş heta Deryaya Spî û ji Egeyê heta Trakyayê dikarin di
navbera xwe de piran ava bikin û lê zêde kir ku têkiliyên wiha dikarin bibin
alîkar ku aştî bibe nirxekî civakî.
"Ez dê karê xwe yê bijîşkiyê bidomînim"
Selçuk Mizrakli her wiha ragihand ku piştî serbestberdana
xwe ew dê dîsa dest bi karê xwe yê bijîşkiyê bike.
Mizrakli diyar kir ku têkiliya wî ya bi Amedê re ne tenê
siyasî ye û da zanîn ku gelek kesên li bajêr nexweşên wî bûne (li cem wî tedawî
bûne).
Mizrakli got, "Ez bi dilsozî bi vî bajarî û xelkê wî ve
girêdayî me, min hewl da ku bibim dermanê êşên wan helbet ew jî bûn dermanê
êşên min" û biryara xwe ya ji bo berdewamkirina karê bijîşkiyê anî ziman.
Mizrakli her wiha destnîşan kir ku ji ber cezayê bêparkirina
ji mafên giştî ku li wî hatiye birîn, ew dê nikaribe nêzîkî sê salan di
pozîsyoneke siyasî ya çalak de cih bigire.
Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê digel vê
yekê daxwaza xwe ya ji bo berdewamkirina bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên
civakî û mirovahî anî ziman û got:
"Heger ew vê yekê wekî siyasetê bi nav bikin, wê demê
ez dê berdewam bikim ku bi vî rengî siyasetê bikim."
Mizrakli di dawiya bernameyê de silav, hezkirin û hesreta
Selahattîn Demîrtaş gihandin temaşevanên Rûdawê.


