Amed (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê bi kelecaneke mezin dest pê kir.
Li gorî amarên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi dest xistine, îsal 66 hezar xwendekaran dersên vebijarkî yên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) hilbijartine.
Li gorî sala borî hejmara xwendekarên ku dersên Kurdî hilbijartine 31 hezar kes zêde bûye.
Li gorî agahiyên Sendîkaya Egitim-Bir-Senê, di serdema xwendinê ya 2025-2026an de hejmara xwendekarên dersên bijarte yên Kurdî gihîştiye 66 hezarî. Di serdema borî de ev hejmar 35 hezar bû.
"Pêdivî bi mamosteyên zêdetir heye"
Serokê Şaxa Amedê yê Egitim-Bir-Senê Remezan Tekdemîr li ser mijarê got:
"Îsal 153 mamoste dersa zimanê Kurdî didin lê em dibînin ku hejmara xwendekarên dersa Kurdî hildibijêrin roj bi roj zêde dibe.
Îsal kadroya 27 mamosteyên Kurmancî û 5 mamosteyên Zazakî çêbû. Ew jî dê bikevin nava pergalê."
Li gorî amarên ku Rûdawê bi dest xistine, îsal dê 56 hezar û 809 xwendekar hefteyê 2 demjimêran biçin dersên Kurmancî.
Xwendekarên ku zaravayê Kirmanckî (Zazakî) hilbijartine jî 9 hezar û 200 kes in.
Dê û bav zimanê dayîkê dixwazin
Dê û bav roj bi roj eleqeyeke mezintir nîşanî dersên Kurdî didin.
Welatiyê bi navê Mehmet Altan kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
"Navê keça min a mezin Amara ye, ya din jî Roza ye. Ez wan dişînim dersa Kurdî.
Jixwe ji ber ku dersa Kurdî heye ez wan dişînim dibistanê."
Welatiya bi navê Bîrsenê bi zaravayê Zazakî got:
"Ez Zazakî wazena (Ez Zazakî dixwazim)."
Welatî Faîde Kanatliyê jî hestên xwe wiha parve kirin:
"Em dixwazin zarokên me fêrî zimanê me yê Kurmancî bibin. Bila hînî zimanê dê û bavê xwe bibin, bila ew jî bizanibin."
Li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 5 milyon û 100 hezar xwendekar di asta dibistana navîn de dixwînin.
Dersên vebijarkî di polên 5, 6, 7 û 8an ên dibistana navîn de hefteyê 2 demjimêran tên dayîn.

