Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmedê got, “Divê perwerdeya bi Kurdî di destûrê de cih bigire û hemû wane bi Kurdî bin."
Îlham Ehmed li ser pirsgirêka perwerdeya bi zimanê Kurdî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî.
Îlham Ehmedê ragihand ku biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya ji bo destûrdana xwendina hinek waneyan bi zimanê Kurdî gaveke destpêkê ya baş e.
Lê wê destnîşan kir ku ev yek ne di asta daxwazên wan de ye û divê xwendina bi zimanê dayîkê di destûra nû de were çespandin û got:
"Em di wê baweriyê de ne ku divê hemû wane li gel zimanên Îngilîzî, Erebî û zimanên din bi zimanê Kurdî bên xwendin.
Ev yek bi taybetî li van herêman (herêmên Kurdan) pêwîst e. Ji bo gelê Kurd gelekî girîng e ku bi zimanê xwe yê dayîkê fêr bibe. Li gel vê yekê jî ya ku niha tê dîtin gaveke ber bi pêş ve ye."
Îlham Ehmeda ku berê Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser bû, eşkere kir ku nabe xwendina bi zimanê Kurdî tenê wekî biryareke wezaretê bimîne.
Wê xwest ku mafê xwendina bi zimanê Kurdî di destûra nû ya welêt de bi awayekî fermî were misogerkirin.
“Pirsgirêka me ya mamosteyên pispor û zanîngehê heye”
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko roja duşemê li parlamentoya welatê xwe li beramberî nerazîbûnên li dijî bernameya nû behsa zehmetiyan kir û got:
"Wergerandina tevahiya bernameya xwendinê ya ji bo zimanê Kurdî gelekî zehmet e.
Ya yekem, ji ber peydakirina mamosteyên pispor ji bo hemû waneyên cuda. Ya duyem jî ew e ku gelo ew xwendekar dê di paşerojê de çawa karibe li zanîngehê xwendina xwe bi zimanê Erebî bidomîne?"
Li gorî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, destûr hatiye dayîn ku waneyên erdnîgarî, dîrok, civaknasî û felsefeyê bi Kurdî bên xwendin.
Lê belê waneyên zanistî û bîrkariyê dê bi zimanê Erebî bin û waneya zimanê Kurdî jî di hefteyekê de tenê bi sê waneyan hatiye sînordarkirin.
“Em nikarin waneyên zanistî bi zimanê Erebî bixwînin”
Biryara Wezareta Perwerdeyê li gelek herêman bû sedema xwenîşandanên xwendekaran ku ew daxwaza bernameyeke perwerdeyê ya ku bi temamî bi Kurdî ye dikin.
Mihemed Ehmed mamosteyekî xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û ew hişyariyê dide ku guhertina ji nişka ve ya zimanê bernameyê dê pirsgirêkeke mezin ji wan xwendekaran re çêbike ku ji sala 2012an ve tenê bi zimanê Kurdî xwendiye.
Xwendekara 16 salî ya ji Qamişloyê Sozan Eliyê got:
"Min ji destpêka xwendina xwe heta pola 11an bi zimanê Kurdî xwendiye. Niha jî dibêjin em dê di hefteyê de tenê sê waneyan ji bo Kurdî deynin. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Em nikarin waneyên zanistî bi zimanê Erebî bixwînin. Divê em bi zimanê xwe bixwînin çimkî me ji destpêkê ve bi zimanê Kurdî dest pê kiriye û divê em heta zanîngehê jî bi Kurdî be."


