Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan li ser şehîdxistina
Sîpan Hesekê (Samî Şêxmûs Hiso) got, “Tu dê ciwanekî bi awayekî hovane bikujî û
vê bikî hincet da ku tu bikevî bajarekî. Ev provokasyoneke eşkere ye.”
Abdullah Ocalan bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê
peyamek da û diyar kir ku nirxandina wî ya li ser Îdrîsê Bedlîsî ne ji bo
zindîkirina kêmasiyên berê ye, armanc ew e ku Kurd û Elewî bi nasnameyên xwe
bibin pêkhateyên bingehîn ên tifaqa nû ya demokratîk.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û
Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol 13ê
Îlonê bi Abdullah Ocalan re civiyan.
Şandeyê piştî hevdîtinê daxuyaniyek belav kir û nirxandinên
Abdullah Ocalan ên li ser pêvajoyê bi raya giştî re parve kirin.
Nîqaşa li ser Îdrîsê Bedlîsî
Rayedarên DEM Partiyê li ser naveroka hevdîtinê agahî dan
rojnamegeran û ragihand ku Ocalan careke din nîqaşên li ser nûtikên civînê red
kirine û destnîşan kiriye ku ti pêwendiya wan bi rastiyê re nîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ocalan behsa
nîqaşên li ser nirxandinên xwe yên di "Manîfestoya Civaka Demokratîk"
a li ser Îdrîsê Bedlîsî de kiriye ku “bi awayekî kêm hatibûn belavkirin.”
Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha gotiye:
"Bibîrxistina tifaqa Îdrîsê Bedlîsî ya di navbera
mîrgehên Sunî û Osmaniyan de nayê wateya zindîkirina wê bi hemû kêmasiyên wê
ve.
Berevajî vê yekê, têgeha tifaqê ya ku di pêşerojê de li ser
berjewendiya mîran û desthilatdaran hatibû damezirandin, îro li gorî berjewendiyên
gel û baweriyan tê nûkirin."
"Armanc tifaqa gelan e"
Ocalan li ser fikarên Elewiyan jî got:
"Bê guman divê bîra dîrokî ya Elewiyan û dilgiraniyên
wan ên ji ber vê sedemê cidî werin girtin.
Armanc ne helandina Elewîtiyê ya di nav Sunîtiyê de ye,
armanc ew e ku Kurd û Elewî bi nasname û taybetiyên xwe bibin hêmanên avaker ên
vê tifaqa nû ya demokratîk.
Mijar ne tifaqa mîran, tifaqa gelan e. Armanc ne
desthilatdarî, tifaqa wekhevî û azadiyê ye. Ronesansa Elewiyan jî yek ji stûnên
herî girîng ên vê paşeroja hevpar a demokratîk e."
"Li Rojavayê Kurdistanê provokasyoneke eşkere
heye"
Di beşeke daxuyaniyê de nirxandinên Ocalan ên li ser rûdanên
dawî yên li Rojavayê Kurdistanê jî hatin belavkirin.
Hat gotin ku Ocalan rûdanên li Rojavayê Kurdistanê wekî
"provokasyoneke eşkere" bi nav kiriye û gotiye:
"Tu dê ciwanekî bi awayekî hovane bikujî û vê bikî
hincet da ku tu bikevî bajarekî. Ev provokasyoneke eşkere ye. Divê ev sabotaja
li hemberî zemîna diyalogê yekser were rawestandin."
Siyaseta PJAKê û bidarvekirinên li Îranê
Ocalan li ser bipêşketinên li Îranê jî da zanîn ku siyaseta
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) dimeşîne rast e û stratejiya “parastina
gel a bêyî ku bikeve bin bandora ti aliyên din” di cihê xwe de ye.
Ocalan diyar kiriye ku pêşîniya li hemberî Îranê
rawestandina "şêtiya bidarvekirinê" û devjêberdana Îranê ya ji êrişên
li ser herêma Kurdan e û li pey çûye:
"Eger ev neyê kirin dê mafê parastina rewa yê Kurdan
hebe. Divê Tirkiye di vê mijarê de roleke pozîtîv bilîze."
Ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê
Hat eşkerekirin ku Abdullah Ocalan ji bo siyasetmedarê
navdar ê Kurd Mehdî Zanayê ku vê dawiyê koça dawî kir jî peyamek şandiye.
Ocalan xemgîniya xwe ya ji ber wefata Mehdî Zana anî zimên û
di peyama xwe de got:
"Ji bo ku gel li ser bingeha demokrasiya xwecihî bibe
xwedî îrade xwedî kedeke mezin bû. Di serî de Leyla Zana, sersaxiyê ji hemû
malbata wî re dixwazim."
.webp&w=3840&q=75)


