Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî li Kobaniyê bi malbatên qurbaniyên girtîgehê re civiya.
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku ji bo derxistina rastiya bûyerê komîteyeke taybet a lêpirsînê hatiye avakirin û dê berpirsên wê rûdanê werin cezakirin.
Guhdarî daxwazên malbatan kir
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî li bajarê Kobaniyê bi malbatên qurbaniyan re hevdîtin kir.
Armanca hevdîtinê nîqaşkirina wê bûyerê bû ku 12ê Îlonê li girtîgeha bajêr rû dabû.
Mezlûm Ebdî di civînê de guhdarî daxwazên malbatên qurbaniyan kir û piştgiriya xwe ya ji bo wan nîşan da.
"Dê li gorî qanûnê werin cezakirin"
Mezlûm Ebdî da zanîn ku ji bo derxistina rastiya bûyerê komîteyeke taybet a lêpirsînê hatiye avakirin.
Wî her wiha diyar kir ku dê bi rêya vê komîteyê berpirsên rûdanê werin tespîtkirin û ew kes dê li gorî qanûnê werin cezakirin.
Çi bûbû?
Berbanga 12ê Îlonê li bajarê Kobaniyê, piştî şehîdxistina Sîpan Hesekê xwenîşandan hatin lidarxistin.
Piştî wan xwenîşandanan hinek ciwan hatin girtin.
Paşê li girtîgehê hat gotin ku dê hemû girtî sewqî Helebê werin kirin.
Ji ber van gefan di girtîgehê de alozî derket.
Di encama aloziya li girtîgehê de 9 girtiyan canê xwe ji dest da û 17 girtî jî birîndar bûn.



