Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê, di salvegera çaremîn a mirina Jîna Emîniyê de li Rojhilatê Kurdistanê liv û tevger û amadehiyên xwe zêde kirine û rêxistinên mafên mirovan jî qala girtinan dikin.
Jîna Emînê 16ê Îlona 2022yan li Tehranê di dema desteserkirinê de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hatibû kuştin.
Piştî kuştina Jîna Emîniyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandanên girseyî dest pê kiribûn.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, li bajarê Jîna Emîniyê yê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, desthilatdariyê hejmareke mezin ji hêzên ewlehiyê, yekîneyên dijî serhildanê, motosîklet û wesayîtên leşkerî bi cih kirine û di heman demê de rêyên ber bi Goristana Ayçiyê ve ku Jîna Emînî lê hatiye veşartin, girtine.
Saziya serbixwe Kurdpayê sêşemê ragihand ku hêzên çekdar li qadên sereke û deriyên ketina Seqizê digerin.
Di nav wan de rêyên ji Bane, Sine û Bokanê yên Rohilatê Kurdistanê jî hene.
Li gorî Kurdpayê bi dehan hêzên ewlehiyê û wesayîtên bê plake rêyên sereke yên ku diçin Goristana Ayçiyê bi temamî girtine.
Kurdpayê her wiha destnîşan kir ku desthilatdariya Îranê ji Bendava Çerax Weys berdaye da ku rêyên alternatîv ên goristanê bi avê tije bike û rê li ber çûna xelkê bigire.
Li aliyê din, Kurdpayê bal kişand ser avakirina bircên çavdêriyê yên nû yên li ser rêya Seqiz-Ayçiyê û nêzîkî goristanê.
Rêxistina Mirovî ya Hengawê jî beriya salvegerê li seranserê Rojhilat behsa tedbîrên tund ên ewlehiyê kir.
Bi kuştina Jîna Emîniyê re Îlona 2022yan xwenîşandanên herî mezîn ên dehsalên dawî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û ev tevger bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hat nasîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya navenda wê li Osloyê ye, Îlona 2023yan piştrast kir ku di dema serhildanê de herî kêm 551 xwenîşander hatine kuştin ku di nav wan de 68 zarok û 49 jin jî hene.
Her wiha herî kêm 22 xwenîşanderên din ku 4 zarok û 8 jin jî di nav de bûn, di rewşên ku çavdêr wekî xwekuştinên bi guman bi nav dikin de canê xwe ji dest da.
Beriya bîranîna îsal a kuştina Emîniyê, Fermandarê Polîsan ê Îranê Ehmed Reza Radan yekşemê hişyarî da ku hêzên ewlehiyê dê ti "lêborînê" li hemberî kesên ku li cihên giştî li dijî dewletê derkevin nîşan nedin.
Radan di hevpeyvîneke televizyonê de li gel medyaya dewletê got:
"Em di şert û mercên şer de ne û eger kesek bi banga dijmin, bixwaze li nav welat bêewlehiyê çêbike, em dê bersiva wan bidin. Em di vî warî de tu nermiyê nîşan nadin."
Xwenîşandanên "Jin, Jiyan, Azadî" bi kêmanî bi du pêlên din ên aloziyan re li Îranê di dawiya sala 2025an û destpêka 2026an de hatin şopandin ku ev jî bi têkçûna pereyê neteweyî û kûrbûna qeyrana aborî ve dest pê kiribûn.
Jîna Emînî keçeke Kurd a 22 salî ya ji parêzgeha Sineyê bû.
Jîna Emînî 16ê Îlona 2022yan, sê rojan piştî ku polîsên exlaqê yên Îranê bi hinceta "bicihneanîna qanûnên hicaba mecbûrî" ew girtibû û şkence lê kiribû li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest da.
Mirina wê bû sedema destpêkirina xwenîşandanên herî mezin ên dehsalên dawî yên li Îranê ku wekî tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" hat naskirin.



