Amed (Rûdaw) - Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo nêzîkî 18 milyon xwendekaran 14ê Îlonê zengila serdema nû ya perwerdeyê lê da.
Lê bi deh hezaran zarok li bajarên cuda cuda bi malbatên xwe re li nav zeviyan dixebitin û ew dê nêzîkî 40 rojên din jî neçin dibistanên xwe.
Dîmenên ku ji Amedê ji nava zeviyeke pîvazan hatine kişandin, rewşa karkerên demsalî radixin ber çavan.
Malbatên karker dibêjin ku zarokên wan ji neçariyê bi wan re dixebitin.
Ev rewşa karkerên demsalî her sal bandoreke gelekî neyînî li ser perwerdeya zarokên karker dike.
Zarokên 12 malbatên ku li nav vê zeviyê ne û diviyabû niha li dibistanên xwe bûna, ji neçariyê wekî jin û mêrên mezin dixebitin.
Xewna wan a xwendinê di bin giraniya neçariyê de maye û dibistan qet nayê bîra wan jî.
“Zarokên me ji dersên xwe dimînin”
Karkera demsalî Rihan Alê diyar kir ku zarokên wan ji dersên xwe dimînin û got:
“Hîn mehek mabû dibistan werin girtin me 4ê Gulanê ew ji dibistanê derxistin.
Dê heta 10ê Çiriya Pêşîn herin dibistanê an jî neçin. Zarokên me ji dersên xwe dimînin.
Ji ber vê rewşê keça min a biçûk pola xwe derbas nekir, ya ku diçû pola sêyan a lîseyê jî di polê de ma. Em mecbûr in.”
Karkerê demsalî Seyfettîn Dogan jî da zanîn ku çar zarokên wî xwendekar in û li pey çû:
“5 zarokên min hene, çar ji wan xwendekar in. Yek diçe pola 2yan a lîseyê, yek dê here pola 8an, yek dê here dibistana navîn, yek jî dê here pola 3yan.
Lê ew dê hîn mehekê li vir bi min re bin. Ew hemû ji dibistanên xwe dimînin.”
Ev zevî, zeviya kedê ye; li aliyekî tava germ, li aliyê din hêviya paşerojeke ronî heye.
Lê her pîvazeke ku ji nav axa vê zeviyê tê derxistin rojeke ronî ya ji jiyana wan zarokan tarî dike.
“Ji bo ku em deynê xwe bidin em dixebitin”
Xwendekar Pinar Alê jî bi xemgînî got, “Ez dê mehekê din herim dibistana xwe. Em mecbûr in dereng herin.”
Xwendekar Latîf Şen jî wiha qala neçariya xwe kir “Ji bo ku em deynê xwe bidin em li nav pîvazan dixebitin. Eger ne wisa bûya em nedihatin vir.”
Xwendekar Tuncay Doyumgaç anî zimên, “Ez diçim pola 8an. Ji ber ku ez hatime pîvazan min ji dibistanê destûr wergirtiye.”
Xwendekar Medîneyê jî got, “Ez dê piştî 20 rojî herim dibistanê.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo nêzîkî 18 milyon xwendekarên pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyê 14ê Îlonê zengila serdema nû ya perwerdeyê lê da.
Lê ji bo bihîstina dengê zengila dibistanê ya van zarokan û bi dehan hezar xwendekarên karker ên li dehan bajarên din hîn gelek dem maye.


