Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 25 qurbaniyên Kurd ên Êzidî dê radestî malbatên wan bên kirin.
Nûnerê Êzidiyan ê li Parlamentoya Îraqê Xalid Seydo da zanîn ku cenaze hatine naskirin û dê bi merasîmekê radestî malbatên wan werin kirin.
Nûnerê Kotaya Êzidiyan ê li Parlamentoya Îraqê Xalid Seydo li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Xalid Seydo got, "Roja Pêncşemê 1ê Çiriya Pêşîn a 2026an, Saziya Tiba Dadî ya li Bexdayê dê cenazeyên 25 Kurdên Êzidî radestî malbatên wan bike."
Bi pişkinîna DNAyê hatine naskirin
Li gorî gotina Nûnerê Êzidiyan, ew cenaze bi rêya pişkinînên DNAyê hatine naskirin.
Seydo diyar kir ku piştî wergirtina nimûneyên xwînê ji malbatên wan cenaze hatine naskirin û niha ji bo wan qurbaniyan belgeyên mirinê tên derxistin.
Xalid Seydo her wiha da zanîn ku temen û zayenda qurbaniyan ji hev cuda ne.
Piştî wergirtina cenazeyan ew dê ne li cihekî, dê her yek li zêdê xwe were veşartin.
Ev karwanê 9an e
Ev karwanê 9an ê cenazeyan e ku radestî malbatên wan tên kirin.
Ev qurbanî sala 2014an li navçeya Şingalê ya parêzgeha Nînowayê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn qetilkirin û di gorên bikom de hatibûn veşartin.
Navên wan qurbaniyan gihîştine destê Rûdawê ev in:
Hecî Murad Besî
Hawî Xelef Qasim
Dexîl Omer Seydo
Amir Xidir Meto
Xezal Ebas Qasim
Weyse Beşar Ceza
Henîfe Xelef Şero
Miyan Osman Refo
Nûrî Şeref Îbrahîm
Misrî Himêdan Murad
Şîrîn Qasim Xudêda
Nîsan Xelef Elî
Ednan Hadî Husên Ezîz
Hecî Xudêda Xelef
Bircîs Xelef Murad
Secer Xeşman Reşo
Ela Berekat Îlyas
Merwan Îsmaîl Seydo
Ebas Îlyas Qasim
Rafih Hadir Husên
Coko Murad Beşar
Xidir Mişko Nasir
Hewas Heso Keto
Sîrwan Bircîs Silêman
Husên Bircîs Silêman



