Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî li Pîrmamê Konsulê Giştî yê Çînê yê Hewlêrê Liu Jun qebûl kir.
Liu Jun bi mebesta xatirxwestin û bidawîhatina erkê xwe çûbû serdana Serok Mesûd Barzanî.
Di hevdîtinê de Konsulê Çînê tekezî li bipêşxistina pêwendiyên welatê xwe yên bi Herêma Kurdistanê re kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Konsulê Çînê pesnê "xebat, xweragirî û qurbaniyên gelê Kurdistanê" daye.
Di hevdîtinê de Liu Jun diyar kiriye, "Xebata min a li Herêma Kurdistanê tecrubeyeke dewlemend û girîng bû."
Her wiha wî ji bo Herêma Kurdistanê hêviya aramî û bipêşketina zêdetir xwestiye.
Çîn dixwaze pêwendiyên xwe bi pêş bixe
Konsulê Giştî yê Çînê li ser pêwendiyên Hewlêr û Pekînê amaje pê kiriye:
"Çîn dixwaze di warê aborî, perwerde û teknolojiyê de pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixe."
Serok Barzanî jî spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kiriye ku di dema xebata xwe de "roleke berbiçav di kûrkirina dostanî û pêwendiyên navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de lîstiye."
Serok Barzanî ji bo erkên wî yên paşerojê hêviya serkeftinê jê re xwestiye.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî pesnê rola şaristaniya Çînê ya di dîroka mirovahiyê de daye û gotiye:
"Em hewldanên serkirdayetiya Çînê yên ji bo bipêşxistina welatê wan û alîkariya aramî û bipêşketina li ser asta cîhanê bilind dinirxînin."


