Dêrsim (Rûdaw) - Hiqûqnas û nivîskar Cîhan Soylemez îfadeya "Ronesansa Elewiyan" a ku Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe ya dawî ya li ser Elewiyan de bi kar aniye rexne kir.
Hiqûqnas û nivîskar Cîhan Soylemezê ku Danezana Rewşenbîrên Elewî îmze kiriye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û diyar kir ku armanca sereke ya Danezana Rewşenbîrên Elewî ew e ku xwedî li bîra dîrokî ya civaka Elewiyan derkevin.
Cîhan Soylemez destnîşan kir ku wan xwestiye di nîqaşên dawî de balê bikişînin ser maf û azadiyên bingehîn ên Elewiyan.
Soylemez da zanîn ku Ocalan di daxuyaniya xwe ya dawî de qala referansên xwe yên berê yên li ser Yavuz Sultan Selîm û Îdrîsê Bedlîsî kiriye.
Wî anî zimên ku piştî vê daxuyaniyê bi taybetî îfadeya "Ronesansa Elewiyan" bal kişandiye.
Soylemez diyar kir ku ew bikaranîna têgeha ronesansê ji bo civaka Elewiyan rast nabîne û got:
"Behsa Ronesansa Elewiyan tê kirin. Niha li vir jî dîsa rewşeke bipirsgirêk heye.
Ji bo ku mirov karibe behsa ronesansê bike, divê civaka Elewiyan niha di nava tariyekê de be, divê di nava tariya Serdema Navîn de be."
Soylemez destnîşan kir ku nêzîkatiya li civaka Elewiyan ya wekî ku divê ji nav civakeke ku bi şerîetê tê birêvebirin were derxistin, bi pirsgirêk e.
Wî got ku ev yek li hemberî Elewiyan "xwendina niyêtê" ye û da zanîn ku heke têgeha ronesansê bê bikaranîn, divê ev ne li ser Elewiyan, li ser wan derdoran bê nîqaşkirin ku hişmendiya sedsala 16an diparêzin û li pey çû:
"Belê, divê ronesansek hebe lê divê ev ronesans bi taybetî li ser wan derdoran be ku hişmendiya sedsala 16an diparêzin û tifaqa Osmaniyan, Yavuz Sultan Selîm û Îdrîsê Bedlîsî diparêzin."
“Pêwîstiya Elewiyan bi ronesansê nîne”
Soylemez da zanîn ku pêgeha îro ya civaka Elewiyan nikare li ser pêwîstiya ronesansekê bê pênasekirin.
Wî diyar kir ku divê nirxên wekî azadiya raman û derbirînê, azadiya çapemeniyê, tehemula li hemberî nêrînên cuda, sekulerî, laîktî û humanîzmê derkevin pêş.
Soylemez destnîşan kir ku divê hewl bê dayîn da ku ev nirx bi taybetî di sosyolojiya Suniyan de cih bigirin û got:
"Pêgeha ku civaka Elewiyan niha tê de ye ne rewşeke bi ronesansê re têkildar e û ne jî rewşek e ku ronesansê hewce bike."
Wî anî zimên ku pênasekirineke bi vî rengî ya li hemberî Elewiyan tê wateya "ji jor ve dirûtina kincan".
Soylemez ducare kir ku têgeha "Ronesansa Elewiyan" a di daxuyaniya dawî ya Ocalan de bi pirsgirêk e û diyar kir ku ev daxuyanî hewldaneke şîrovekirinê ye ku piştî îfadeyên berê hatiye kirin.
Soylemez da zanîn, ji bo ku li Tirkiyeyê Tirk û Kurd, Elewî û Sunî û derdorên cuda yên civakî werin cem hev, divê çarçoveya bingehîn a ku bibe referans ne sedsala 16an an jî sedsala 7an be, divê nirxên gerdûnî bin û anî ziman:
"Nirxên gerdûnî, mafên mirovan, maf û azadiyên bingehîn, mafên çandî...
Divê ev li pêş bin û li ser van siyasetek were bipêşxistin.
Divê derdora derûnî ya vê siyaseta ku tê bipêşxistin jî di nav civakê de bê avakirin."
“Fikarên Elewiyan li ber çavan nayên girtin”
Soylemez diyar kir ku fikarên hestyarî, ramanî û dîrokî yên civaka Elewiyan li ber çavan nayên girtin.
Soylemez îdia kir ku her çend di daxuyaniya Ocalan de tê gotin ku fikarên Elewiyan hatine fêmkirin jî di naveroka daxuyaniyê de helwesteke ku bi vê re nakok e heye.
Soylemez got ku divê ev nêzîkatî bê guhertin û diyar kir ku piştî Danezana Rewşenbîrên Elewî, ji aliyê hinek sazî û dezgehan û li ser torên civakî rexne û tohmet li danezanê hatine kirin.
Wî anî zimên ku nabe lêborînxwestina ji civaka Elewiyan "zêde bê dîtin".
Soylemez diyar kir ku piştî danezanê civaka Elewiyan ji kirdeyeke pasîf a pêvajoyê derketiye û bûye kirdeyeke aktîf û got:
"Civaka Elewiyan êdî hişyar bûye. Ew dê li hemberî her rewşeke ku di qanûnan de yan jî di destûrê de li dijî wan çêbibe, bertekeke xurt nîşan bide."
Soylemez destnîşan kir ku divê ev bertek ne bi zimanekî negatîf, bi zimanekî avaker ê pozîtîf bê nîşandan.
Wî got ku ew wekî rewşenbîr û ocaxzadeyên Elewî dê hewl bidin ku di paşerojê de aştiyeke rasteqîn pêk were.
Soylemez tekez kir ku nabe fikarên dîrokî yên Elewiyan biçûk bên dîtin.
Wî eşkere kir ku armanca wan ew e ku şopên neyînî yên ji rabirdûyê yên di navbera Elewî û Kurdan de mane ji holê rakin û pêwendiya navbera her du civakan li ser sekulerî, mafên mirovan û nirxên gerdûnî xurttir bikin.



