Hewlêr (Rûdaw)
- Birîndarekî din ê bûyera
Girtîgeha Kobaniyê şehîd ket û hejmara şehîdan gihîşt 10an.
Nûçegihanê me yê
li Kobaniyê Şivan Misî got, Mesûd Hemo Reşoyê ku yek ji birîndarên bûyera Girtîgeha
Kobaniyê bû, derengiya şeva borî canê xwe ji dest daye.
Mesûd Hemo Reşo piştî
birîndarbûna xwe li nexweşxaneyeke bajarê Helebê dihat dermankirin.
Mesûd Hemo ji gundê
Sûsanê yê Rojavayê Kobaniyê bû. 35 salî bû û 5 zarokên wî hene.
12ê Îlonê li Girtîgeha
Navendî ya Kobaniyê şewatek derketibû de û di wê şewatê de 9 kes şehîd ketibûn
û 17 kes jî birîndar bûbûn.
Termên wan 9
şehîdan roja duşemê bi beşdarbûna girseyeke mezin li Kobaniyê hatibûn veşartin.
Bi şehîdketina
Mesûd Hemo Reşo re hejmara şehîdên bûyerê gihîşt 10an.



