Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê şivanê 52 salî li çolê bi mirîtî hat dîtin.
Li gundê Xidanê yê Çewlîgê doh serê sibehê şivanê 52 salî M.R.K. keriyê xwe ji bo çêrandinê bir çêrgeha gund û careke din li mal venegeriya.
Piştî ku malbata wî agahî jê wernegirt, hêzên ewlehiyê ji rewşê agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di encama xebatên lêgerînê termê M.R.K. li çolê hat dîtin.
Tîmên tenduristiyê termê M.R.K. ji bo karên otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê.
Piştî karên otopsiyê dê sedema mirina wî were destnîşankirin.



