Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Ragihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand ku Korek Telecom li Herêma Kurdistanê nayê girtin.
Komîsyona Ragihandin û Medyayê ya Îraqê destnîşan kiribû dê çalakiyên Korek Telecomê dawiya mehê werin rawestandin.
Wezîrê Veguhastin û Ragihandinê Ano Cewher da zanîn ku rewşa Korek Telecomê di civîneke li gel endamên Komîteya Veguhastin, Ragihandin û Birêvebiriya Elektronîkî ya Parlamentoya Îraqê de jî hatiye gotûbêjkirin.
Ano Cewher da zanîn ku Korek Telecom yek ji şirketên herî mezin ên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê ye û diyar kir ku xizmetguzariyên şirketê rasterast bandorê li jiyana bi milyonan kesan dikin û wiha lê zêde kir:
"Bi milyonan welatiyên Herêma Kurdistanê bi salan e hejmarên Korekê bi kar tînin.
Ev hejmar bi hesabên torên civakî, hesabên bankê, xizmetguzariyên zanîngehê û xizmetguzariyên din ên girîng ve girêdayî ne."
Cewher diyar kir ku mijara Korek Telecomê ne tenê mijareke bacê ye û da zanîn ku ev mijar aliyên yasayî û darayî jî li xwe digire.
"Biryara girtinê dê bandorê li berjewendiyên welatiyan bike"
Cewher amaje bi daxuyaniyên Komîsyona Ragihandin û Medyayê ya Îraqê yên derbarê rawestandina amûrên Korek Telecomê û rawestandina çalakiyên wê yên di dawiya mehê de kir û got ku gaveke wiha dê rasterast bandorê li welatiyan bike û anî ziman:
"Komîsyona Ragihandin û Medyayê ya Îraqê nikare Korek Telecomê li Herêma Kurdistanê bigire.
Ev mijareke yasayî ye. Korek şirketek e ku li Herêma Kurdistanê dixebite û li gorî biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Veguhastin û Ragihandinê tevdigere."
Cewher anî ziman ku divê alî bi rêya avakirina komîsyoneke hevbeş pirsgirêkê çareser bikin û got:
"Korek ne amûreke hêsan e ku mirov tenê wê vemirîne û pêxîne, ev mijareke wiha ye ku pêwendîdarî berjewendiyên bi milyonan welatiyan e."
"Mijara Korekê ne tenê mijareke bacê ye"
Cewher destnîşan kir ku pirsgirêka derbarê Korek Telecomê vedigere gelek salên berê û got ku her çend di destpêka dayîna lîsansa şirketê de veguhestina 3,2 milyon hejmaran ji bo Korekê hatibû plankirin lê ev yek pêk nehat.
Cewher bal kişand ser wê yekê ku derbarê vê mijarê gelek biryarên dadgehê û hikûmeta federal hene û destnîşan kir ku divê ev pirsgirêk ne bi biryarên bilez an daxuyaniyên medyayî lê bi rêyên yasayî were çareserkirin û wiha berdewam kir:
"Ev ne pirsgirêkeke salek an du salan an jî deh salan e, divê pirsgirêka Korekê bi aramî, bêyî biryarên bilez û bi rêyên yasayî û guncav were çareserkirin."
Hevdîtina bi komîsyona Parlamentoya Îraqê re
Li civîna ku li Wezareta Veguhastin û Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê bi endamên Komîsyona Veguhastin, Ragihandin û Birêvebiriya Elektronîk a Parlamentoya Îraqê re hat lidarxistin, rêziknameyên yasayî yên di sektora telekomunîkasyonê de jî hatin gotûbêjkirin.
Cewher diyar kir ku di civînê de yasayên telekomunîkasyon, veguhastin û birêvebiriya elektronîk li Îraqê, her wiha desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê û mafên welatiyan hatine nirxandin.
Cewher da zanîn ku aliyan li ser amadekirina pêşnûmeyeke hevpar a derbarê hinek mijaran li hev kiriye û ev pêşnûme dê ji aliyê Wezareta Veguhastin û Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê û komîteya têkildar a Parlamentoya Kurdistanê ve jî were nirxandin.
"Korek dê li Herêma Kurdistanê bidome"
Cewher bi peyamekê ji bo aboneyên Korek Telecomê yên li Herêma Kurdistanê ragihand ku çalakiyên şirketê dê berdewam bikin û wiha lê zêde kir:
"Divê welatiyên me dilgiran nebin. Wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê em mafên welatiyên xwe diparêzin.
Korek Telecom dê li Herêma Kurdistanê bidome."
Derbarê çalakiyên Korek Telecomê yên li beşên din ên Îraqê yên derveyî Herêma Kurdistanê de Cewher diyar kir ku berpirsyariya wan parastina mafên welatiyan e di nava sînorên Herêma Kurdistanê de.
Her wiha Cewher da zanîn ku wan ji komîteya Parlamentoya Îraqê xwestiye ku di çarçoveya desthilatên xwe yên yasayî û çavdêriyê de ji bo parastina mafên zêdetirî 4 milyon welatiyên ku Korek Telecomê bi kar tînin, bixebitin.


