Amed (Rûdaw) – Bavê Narînê Arif Guran ji Ameda Bakurê Kurdistanê dest bi “Meşa Edaletê” ya ber bi Enqereyê ve kir.
Narîn Gurana 8 salî beriya 2 salan li Amedê bi awayekî hovane hatibû kuştin.
Bavê Narînê Arif Guran diyar kir ku pêwendiya malbata wî bi kuştina keça wî re nîne û dibêje “kujerê rastîn Nevzat Bahtiyar e.”
Hevjîna Arif Guran, Yuksel Guran, birayê wî Salîm Guran û kurê wî Enes Guran ji ber kuştina Narîna biçûk bi cezayê heta hetayê hatin cezakirin.
Li gorî malbata Guranan, neheqiyeke mezin li wan hatiye kirin, pêwendiya wan bi vê kuştinê re nîne û divê dadgeh biryara xwe sererast bike da ku hemû kesên wan werin berdan.
Li gundê Çuliyê yê Amedê qêrîn û girîna malbatê digihêje asman.
Malbat dibêje ku ev hawara wan tenê daxwaza edaletê ye.
“Bila dadgeh ji nû ve darizandinê bike”
Arif Guran li ser gora keça xwe ya 8 salî xatir ji keça xwe xwest û ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşa xwe kir.
Arif Guran li ser meşa xwe got:
“Ez dê heta Koşka Serokkomariyê bimeşim, ez dê heta ber deriyê Serokkomar herim.
Ez dibêjim bila dadgeh ji nû ve darizandinê bike.
Heqê keça min li erdê ye, heqê keça min li erdê ye.”
Heke Arif Guran karibe rojane bimeşe tê texmînkirin ku di nava mehek û nîvan de bigihêje Enqereyê.
Banga xizmên Narînê
Pîrika Narîn Guranê, Remziye Çabaşê li ser meşa Arif Guran hawara xwe anî zimên û got:
“Heke ji destê we tê vî barê giran ji ser pişta Arif rakin.
Barekî wisa giran e ku qeweta wî têrê nake û nikare rake.
Zarokên wî li malê bêkes mane.
Dayîk girtî ye, bira girtî ye, xwişk di gorê de ye, bav jî bi rê ket û çû.
Ez dê çi xweliyê li serê xwe bikim, ez dê bi wan zarokan çi bikim?”
Her wiha amojina Narînê jî axivî û da zanîn, “Bibînin, em edaletê dixwazin, em heqiyê dixwazin.”
Niha çavê malbata Guranan li Enqereyê li Koşka Serokomariya Tirkiyeyê ye ka dê deriyê hevdîtinê ji Arif Guran re veke an na.
#VÎDEO - Bavê Narînê, Arif Guran dest bi meşa xwe ya ber bi Enqereyê ve kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 19, 2026
Arif Guran:
🎙 ❝Ev rê ya Narînê ye, pîroz e❞
🎙 ❝Ez werim kuştin jî dev ji heqîqetê bernadim❞
🎙 ❝Çi dibe bila bibe ez dev ji vê rêyê bernadim❞ pic.twitter.com/CuGlgNkx5S



