کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Zengila sala nû ya xwendinê lê ket: Mesrûr Barzanî bangî parlamenteran kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê zengila sala nû ya xwendinê lê da û ragihand ku ew dê bipêşxistina perwerdeyê û dabînkirina pêdiviyan bidomînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser avakirina hikûmetê jî anî zimên ku gava yekem rûniştina parlamentoyê ye û bangî parlamenteran kir ku dawî li boykotê bînin.

Mesrûr Barzanî ji bo destpêkirina sala nû ya xwendinê ya li Herêma Kurdistanê got:

“Em hewl didin asta xwendinê bi pêş bixin û em dê di bipêşxistina perwerde û xwendinê de berdewam bin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha tekez kir ku ew dê pêdiviyên perwerde û xwendinê dabîn bikin.

Îro 20ê Îlona 2026an roja yekem a sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Li gorî salnameya Wezareta Perwerdeyê, demsala yekem a xwendinê 72 roj e û demsala duyem a xwendinê jî 89 roj e.

“Gava yekem rûniştina parlamentoyê ye”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmetê ji rojnamegeran re axivî û got:

“Em hewl didin û em li ser kar in, êdî ev li ser aliyên din dimîne.

Ev pirs pir hatiye kirin. Amadehiya me roja piştî hilbijartinê hebû, heta niha jî ew amadehî heye.

Em dixwazin hikûmet di demeke nêzîk de were avakirin.”

Mesrûr Barzanî bal kişand ser şertê sereke yê avakirina hikûmetê û got:

“Lê beriya her tiştî divê parlamenterên birêz ên ku nûnerên gel in boykota parlamentoyê bişkînin û vegerin parlamentoyê.

Divê erkê xwe yê niştimanî bi cih bînin çimkî divê parlamento hebe da ku hikûmet were avakirin.

Lewma gava yekem rûniştina parlamentoyê ye.”

Mesrûr Barzanî li ser pirsa ka di navbera partiyan û parlamenteran de lihevtêgihiştinek heye an na da zanîn:

“Ez dixwazim carekê jî hûn vê pirsê ji wan aliyan bikin ên ku nayên parlamentoyê.

Em amade ne, parlamenterên me jî amade ne.”

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên