Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê malbata Rojîn Kabaişê Abdurrahman Karabulut ragihand ku pisporên sîberê xwe gihandine wan û diyar kiriye ku telefona wê bêyî ku zanyariyên di nav de bên jêbirin dikare bê vekirin.
Li Wanê xwendekara zanîngehê ya 21 salî Rojîn Kabaiş 27ê Îlona 2024an winda bûbû û termê wê 15ê Çiriya Pêşîn a 2024an li beravên Gola Wanê hatibû dîtin.
Dema ku lêpirsîna li ser mirina wê ya bi guman didome, parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê bidestxistina zanyariyên di telefona wê de daxuyaniyek da.
"Dê ewil li ser telefoneke heman modelê bê ceribandin"
Daxuyaniya parêzer Karabulut a bi sernavê "Telefona Rojînê dê bê vekirin" wiha ye:
"Ji ber ku heta niha şîfreya telefona Rojîn Kabaişê nehatiye vekirin, hinek pisporên sîberê xwe gihandin me.
Wan eşkere kir ku telefon dikare bêyî jêbirina zanyariyan bê vekirin.
Li gorî hevdîtina me ya bi dozgeriyê re, dê ev rêbaz ewil li ser telefoneke din a heman marka û modelê bê ceribandin.
Eger zanyarî bên parastin û encameke serkeftî bi dest bikeve, dê heman rêbaz li ser telefona Rojînê jî bê pêkanîn. Em li bendê ne ku hefteya bê ev xebat bê kirin.
Vekirina telefonê tê wê wateyê ku dê delîlên herî girîng ên dîjîtal werin dîtin û xalên tarî yên lêpirsînê bên ronîkirin."



