Hewlêr (Rûdaw) - Li gel destpêkirina serdema nû ya xwendinê ya 2026-2027an a li Herêma Kurdistanê, li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî zengilên dibistanan lê dan.
Zêdetirî 108 hezar xwendekaran berê xwe da polên xwendinê.
Birêvebiriya Perwerdeya Zaxoyê ragihand ku ji bo sala nû ya xwendinê 5 dibistanên nû hatine vekirin.
Lê belê di heman demê de kêmasiya mamosteyan jî heye.
7 hezar û 500 xwendekarên nû
Birêvebirê Giştî yê Perwerdeya Zaxoyê Selam Heso Pîro îro beşdarî bultena Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû.
Selam Heso Pîro pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Wî ragihand ku ji bilî 108 hezar xwendekaran, 5 hezar û 200 mamoste û 271 navendên xwendinê li sînorê wan hene.
Selam Heso Pîro li ser xwendekarên nû axivî û got:
“Îsal 7 hezar û 500 xwendekarên pola yekem a seretayî hatine tomarkirin.”
5 dibistanên nû hatin vekirin
Li gorî amarên Birêvebiriya Perwerdeya Zaxoyê, ji 271 navendên xwendinê 241 navendên hikûmetê ne.
Her wiha 30 ji wan jî navendên taybet in.
Ji bo kêmkirina qerebalixiyê, îsal 5 avahiyên nû yên xwendinê hatine vekirin.
Selam Heso Pîro li ser avahiyên nû jî got:
“Du ji wan li navenda bajêr in û yek li gundekî nêzîkî Zaxoyê ye. Yek jê baxçeyê zarokan e ku li Komelgeha Dêrebûnê ye û yek jî li gundekî din ê nêzîkî Zaxoyê ye.”
Tevî vekirina dibistanên nû jî li navenda bajarê Zaxoyê hîn di polan de qerebalixî heye.
Hejmara xwendekaran a di polekê de digihîje 40 kesî.
Her wiha hîn jî dibistanên dudanî hene.
Hejmara mamosteyan têrê nake
Yek ji pirsgirêkên sereke yên perwerdeya Zaxoyê kêmbûna hejmara mamosteyan e.
Birêvebirê Giştî yê Perwerdeya Zaxoyê li ser vê pirsgirêkê wiha axivî:
“Li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, hejmara mamosteyan têrê nake.
Piştî biryara xanenişînkirinê û vegera mamosteyan a ji bo parêzgehên Îraqê, 450 mamoste çûne û ti kes nehatiye şûna wan.”
Selam Heso Pîro tekez kir ku pêwîstiya wan bi 100 mamosteyan heye da ku cihên vala tijî bikin.
Pîro diyar kir ku ji sê paran du parên mîlakê wan jin in û gelek ji wan moleta dayîktiyê distînin.
Selam Heso Pîro li ser rewşa avahiyên dibistanan jî daxuyanî dan.
Wî eşkere kir ku hîn jî 3-4 dibistanên wan ji karavanan pêk tên.
Pîro da zanîn ku pêwîstiya nêzîkî 10 avahiyên din jî bi nûjenkirinê heye û ev avahî bi taybetî li deverên dûrî navendê ne.


