Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, di encama nîqaşekê de zilamekî bi tivingê hevjîna xwe kuşt.
Gumanbar piştî kuştina jina xwe derket kolanê û gule li derdorê reşandin û di encamê de 3 ji wan zarok 4 kes birîndar bûn.
Bûyer danê nîvro li Taxa 60. Yilê ya Dîlokê qewimî.
Li gorî agahiyan, Harun K.yê 32 salî li malê bi hevjîna xwe Merve K.ya 27 salî re ket nîqaşê.
Nîqaşa wan mezin bû û Harun K. bi tivingê gule berî hevjîna.
Merve K.ya dayîka 3 zarokan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Li kolanê gule reşandin
Gumanbar Harun K. piştî kuştina hevjîna xwe derket kolanê û bi rengekî bêserûber gule li derdorê reşandin.
Di encama vê gulebaranê de H.O.yê 53 salî û sê zarokên bi navên Z.Y.Y.yê 9 salî, Y.E.K.yê 12 salî û B.K.O.yê 12 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê tespît kir ku Merve K. canê xwe ji dest daye.
Her wiha tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyên bajêr.
Termê Merve Kyê piştî lêkolîna li cihê bûyerê, ji bo otopsiyê birin morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Dîlokê.
Gumanbar hat desteserkirin
Harun K.yê ku piştî bûyerê reviyabû, di encama xebata hêzên ewlehiyê de hat dîtin û hat desteserkirin.
Li ser bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh hat kirin.



