Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hefteyekê ji windabûnê, termê şivanekî xelkê gundê Bêtuşê yê navçeya Serdeştê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hat dîtin.
Şêniyekî gundê Bêtuşê ji Rûdawê re got, “Termê wî şivanî hat dîtin ku hefteyek bû winda bûbû.
Yekşema borî kesekî bi navê Birahîm Mehmûdî yê xelkê gundê Bêtuşa Serdeştê ku şivan bû, li gundê Gulinê winda bû."
Ji çiya ketiye xwarê
Wî şêniyî her wiha diyar kir ku piştî lêgerîneke zêde ya ji aliyê xelkê, tîmên Heyva Sor û tîmên hawarçûnê yên Serdeştê ve îro termê Birahîm Mehmûdî li quntara çiyayekî hat dîtin.
Li gorî zanyariyan, Birahîm Mehmûdî ji çiyayekî ketiye xwarê û canê xwe ji dest daye.


