Hewlêr (Rûdaw) - Bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan Nêçîrvan Barzanî, îro di merasîmeke fermî de yekbûna Hêzên Pêşmergeyan tê ragihandin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku bi serpereştiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Nêçîrvan Barzanî, merasîma ragihandina yekkirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tê lidarxistin.
Berpirsekî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê îro ji Rûdawê re ragihand ku merasîm dê saet 10:30î li Serokatiya Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.
Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl û hejmarek ji berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê û Koalîsyonê beşdar dibin.
Heman çavkaniyê amaje pê kir ku hemû amadehî hatine temamkirin û pêvajo ketiye qonaxa bicihanînê.
Peykerê Wezareta Pêşmerge tê guhertin
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Lîwa Bextiyar Mihemed li ser şêweya rêkkirina nû ya hêzan ji Rûdawê re axivî û got:
"Peykerê Wezareta Pêşmerge tê guhertin. Hemû Hêzên Pêşmergeyan bi navê Devera 1ê û Devera 2yan diçin bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan û baregeha wan a yekane dê wezaret be.
Ew ser bi ti partiyê ve namînin û tên ser Wezareta Pêşmergeyan."
Bextiyar Mihemed her wiha got, "Bandoreke gelekî baş a vê gavê dê li ser warên kargêrî, darayî, fermandarî û kontrolê hebe."
Dîroka reformê ya di Wezareta Pêşmerge de
Pêvajoya komkirina hêzên Yekeya 70yê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekeya 80yê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwedî dîrokeke çend salan a reformê ye.
Sala 2022yan Wezareta Pêşmerge qonaxa yekem a yekkirinî ragihandibû û 10ê Îlona 2026an pêvajo bi awayekî fermî gihîşt qonaxa dawiyê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ji serî ve bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî ku yekemîn Serokê Herêma Kurdistanê bû li ser vê pêvajoyê xebitîbû.
"Hemû astengî hatin derbaskirin"
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl 10ê Îlona 2026an di daxuyaniyekê de mizgîniya "yekkirina tam a Hêzên Pêşmergeyan" dabû û gotibû:
"Piştî têkoşîna çendîn salan, hewldana bênavber û wekî tîmeke hevbeş a di Wezareta Pêşmergeyan de li gel fermandariya Hêzên 70 û 80yî ku alîkar û rêxweşker bûn, me karî em hemû astengî û pirsgirêkên komkirî derbas bikin."
Wezîrê Pêşmergeyan da zanîn ku pêvajo li gorî planeke leşkerî ya hûrbîn hatiye bicihkirin û got:
"Hemû hêz li ser asta yek fermandarî û kontrolê (lîwa, fîrqw û fermandariya devera leşkerî) hatin rêkxistin.
Her du deverên fermandariya leşkerî dê bi awayekî fermî dest bi kar bikin."



