Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji ber yekkirina yekîneyên Hêzên Pêşmergeyan pîrozbahî li Herêma Kurdistanê kir.
Elî Zeydî amaje bi yekê kir kir ku ev gav ji bo bihêzkirina ewlehiya neteweyî ya Îraqê gaveke girîng e.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
"Em li xelkê xwe yê li Herêma Kurdistana Îraqê û li Pêşmergeyên leheng pîroz dikin ku yekxistina yekîneyên wan di bin banê Wezareta Pêşmergeyan de bi dawî bû.
Ev yek ewlehiya neteweyî bihêztir dike û xebata sazûmanî xurtir dike."
"Gaveke girîng e ji bo yekîtiya biryara parastinê"
Elî Zeydî destnîşan kir ku yekkirna hêzên ewlehî û leşkerî di çarçoveyên destûrî û qanûnî de gaveke girîng e.
Wî anî zimên ku zêdekirina hevahengiya di navbera hemû beş û yekîneyên Hêzên Çekdar ên Îraqê de jî gelekî bi qîmet e û wiha domand:
"Ev pêngav di bihêzkirina ewlehiya me ya neteweyî û yekîtiya biryara me ya parastinê de xwedî cihekî girîng e."
Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi temamî bûn yek
Ji bo bidawîanîna dabeşbûna Hêzên Pêşmergeyan a ku bi salan ajot, gaveke dîrokî hat avêtin.
Îro di merasîmeke fermî de bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan Nêçîrvan Barzanî yekbûna temam a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hat ragihandin.
Di heman demê de bi dawîbûna pêvajoya çaksaziyê ya di bin banê Wezareta Pêşmergeyan de hat eşkerekirin.
Yekîneyên 70 û 80 bûn yek
Ev merasîm bi amadebûna SerokwezîrêHerêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl û berpirsên payebilind ên siyasî û leşkerî hat lidarxistin.
Li gorî vê rêkxistina nû, dê bi deh hezaran Pêşmergeyên girêdayî Yekîneyên 70 û 80yê tevlî çarçoveyeke leşkerî ya neteweyî û yekgirtî bibin.
Ev hêz dê êdî rasterast bikevin bin fermana Wezareta Pêşmergeyan.



