Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Amedê ji bo zindîkirina bîranîna Taybet Înanê û pêşxistina xebatên li ser aştî û civakê beşeke nû ya pirtûkxaneyê bi navê “Pirtûkxaneya Aştiyê ya Taybet Înanê” hat vekirin.
Ev pirtûkxane di hundirê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a li Park 75ê hatiye çêkirin.
Taybet Înan sala 2015an di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê de li ber mala xwe bi guleyan hatibû kuştin.
Piştî ku wê canê xwe ji dest da cenazeya wê ji ber çalakiyên artêşa Tirkiyeyê yên nehiqûqî û şert û mercên wê demê bi rojan li derve, li ber mala wê ma.
Nav û bîranîna Taybet Înanê di salên dawî de bûye yek ji sembolên bîranîna kesên ku di dema pevçûn û qedexeyên derketina derve de canê xwe ji dest daye.
Pirtûkxaneya li ser navê Taybet Înanê
Şaredariya Peyasê bi hevkariya Birêvebiriya Politikayên Jinê û Komeleya Xebatên Civakî yên ji bo Aştiyê (BATOÇA) di hundirê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a li Park 75ê de beşek ava kir.
Ev beş li ser navê Taybet Înanê hat amadekirin da ku navê wê bi çanda xwendinê, zanînê û xebatên li ser aştiyê re were nasîn.
Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar malbata Taybet Înanê, Dayikên Aştiyê û endamên BATOÇAyê di merasîma vekirinê de beşdar bûn.
Di merasîmê de girîngiya parastina bîranîna kesên ku di dema pevçûn û şertên dijwar de canê xwe ji dest daye û veguhastina vê bîranînê ya ji bo nifşên nû hat nîşandan.
Sînevîzyona li ser jiyana wê
Sînevîzyonek li ser jiyan, bîranîn û serpêhatiya Taybet Înanê di çarçoveya merasîmê de hat nîşandan.
Hevserokên Şaredariyê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar piştî nîşandana sînevîzyonê axivîn.
Hevserokên Şaredariyê bal kişand ser girîngiya jiyandina navê Taybet Înanê û diyar kir ku bîranîna wê divê were parastin û ji nifşên nû re were veguhestin.
Hevserokên Şaredariyê diyar kir ku avakirina vê beşa taybet a pirtûkxaneyê ne tenê ji bo jiyandina navê Taybet Înanê ye lê di heman demê de ji bo xurtkirina xebatên li ser aştî, mafên mirovan û bîranîna civakî jî girîng e.
Wan got ku ew cihên tê de pirtûk, zanîn û bîranîn tên parastin ji bo nifşên nû dikarin bibin qadên hînbûna serpêhatiyên civakê.
Di merasîmê de malbata Taybet Înanê jî beşdarî axaftinê bû.
Malbatê ji bo Şaredariya Peyasê, BATOÇAyê û hemû kesên ku di amadekirina vê xebatê de ked û hewl dane spasiya xwe pêşkêş kir.



