Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu li navçeya Kifrê ya Îdareya Serbixwe ya Germiyanê beşdarî merasîma nûjenkirina dibistanekê bû û got, “Em spasiya Nêçîrvan Barzanî dikin.”
Li navçeya Kifrê, Dibistana Seretayî ya Qere Oxlanê ya Tirkmenan û Baxçeyê Zarokan ê Xunce Gulê hatin nûjenkirin.
Piştî nûjenkirinê ew radestî Îdareya Serbixwe ya Germiyanê hatin kirin.
Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu jî beşdarî merasîma radestkirinê bû.
Konsulê Tirkiyeyê Erman Topçu piştî merasîmê ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku li Kifrê ye û got:
"Wan du dibistan û baxçeyekî zarokan ku rewşa wan gelekî xirab bû nûjen kirin. Min wêneyên wan ên berê dîtibûn, bi rastî jî gelekî xirab bûn. Niha bûne hêlînên perwerdeyê yên gelekî xweşik."
Erman Topçu anî zimên ku dê zarok li vir bi dilxweşî bixwînin û nasname, çand û zanyariyên xwe yên jiyanê xurttir bikin.
Wî ji bo vê projeyê spasiya Dezgeha Rwangeyê kir.
Spasiya Nêçîrvan Barzanî kir
Topçu ji ber raspardeyên wî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Her wiha wî spasiya Şêwirmendê Kar û Barên Tirkmenan ê li Serokatiya Herêma Kurdistanê Ersan kir ku ji destpêkê ve proje şopandiye.
"Em dixwazin di nav aramiyê de bin"
Konsulê Tirkiyeyê wiha kêfxweşiya xwe anî zimên, "Li zarokên me, li Kifrê û li Îraqê pîroz be. Em dixwazin ku em bi hemû xelkê Îraqê re di nav dostanî, biratî, aramî, refah û ewlehiyê de bin. Ti nêt û xwestekeke din a Tirkiyeyê nîne."
Topçu bal kişand ser girîngiya dîrokî û stratejîk a Kifrê. Wî da zanîn ku Tirkiye bi saziyên xwe yên wekî TÎKA, YTB û Weqfa Mearîfê amade ye ku her cure piştgiriyê bide.
Erman Topçu diyar kir ku Nûnerê Îraqê yê Weqfa Mearîfê ew dibistan wekî 'dibistana xwîşk' îlan kiriye û destnîşan kir ku wan soza alîkariyê daye.
Wî tekezî li ser girîngiya perwerdeya Tirkmenan a bi zimanê dayîkê kir.
Yek ji berpirsên Dezgeha Rwangeyê Hesen Şêx Elaedîn li ser kel û pelên projeyê ev agahî dan:
"Hemû pêwîstiyên vê dibistanê û materyalên ji bo hemû polan hatin dabînkirin. Taqîgeh, hola komputerê û çi ku ji bo vê dibistanê pêwîst e hatin dabînkirin. Ji bo baxçeyê zarokan jî bi heman awayî her tişt hatiye temînkirin."
Perwerdeya bi Kurdî cara yekem sala 1993yan li Kifrê dest pê kir.
Di heman salê de Dibistana Seretayî ya Qere Oxlanê jî hat vekirin ku dibistana herî kevn e ku perwerdeya bi Tirkmenî dide.
Lê belê ji ber derbasbûna demê, pêwîstiyeke wê ya mezin bi nûjenkirinê hebû.



