Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Nû yê Amedê Sezgîn Tanrikulu çû navçeya Hezroyê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê.
Tanrikulu li ser pirsgirêkên Hezroyê axivî û qala giliyên xelkê navçeyê kir û got:
“Ez li Hezroyê me. Ez çûm cem qaymeqam û paşê min Serokê Şaredariyê ziyaret kir. Ez bi bazirganan re axivîm. Niha jî ez bi welatiyan re sohbet dikim û pirsgirêkên wan dibihîzim."
Pirsgirêkên av û elektrîkê
Tanrikulu anî zimên ku li Hezroyê pirsgirêkên cidî hene û got:
"Bi taybetî di sê xizmetên bingehîn ên giştî de pirsgirêk hene. Ev pirsgirêk germkirin, elektrîk û av in. Ji van xizmetan DEDAŞ, Diyargaz û DÎSKÎ berpirsiyar in."
Wî diyar kir ku pirsgirêkên DEDAŞê li Hezroyê jî berdewam dikin û li pey çû:
"Welatî dibêjin ku gelek ceza neheq in. Qutkirina elektrîkê û nebûna xizmetan welatiyên me bi awayekî cidî dixe tengasiyê."
Pêwîstiya bi gaza xwezayî
Li ser pirsgirêka Diyargazê jî Tanrikulu da zanîn ku di girêdana xeta gaza xwezayî de kêmasî hene. Wî got ku pirsgirêka tapoyê û meseleyên milkên hevpar bi dawî nayên.
Wî bal kişand ser zivistanê û got:
"Zivistan nêzîk e. Nayê qebûlkirin ku welatiyên me ji ber van pirsgirêkan nikaribin hewcedariya xwe ya germkirinê dabîn bikin."
Li ser DÎSKÎyê jî Tanrikulu destnîşan kir ku di gihîştina xizmetan de pêvajoyeke giran û bêserûber heye.
Her wiha wî bal kişand ser xizmetên tenduristiyê jî û daxuyand:
"Pirsgirêkên di warê nexweşxane û dispanseran de li Hezroyê bi awayekî giran tên dîtin. Em dê xebatên xwe bidomînin da ku pirsgirêkên xelkê Hezroyê werin çareserkirin."



