Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora herî dawî ya Navenda Hevbeş a Koordînasyona Krîzan (JCCC) niha 569,310 penaberên Îraqî li Herêma Kurdistanê hene ku ji 114,690 malbatan pêk tên.
Piraniya koçberan li derveyî kampan dijîn.
Navenda Hevbeş a Koordînasyona Krîzan ku bi Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye, ev dane bi Rûdawê re parve kirin.
Li gorî daneyan, 471,880 koçber (94,376 malbat) ku bi qasî ji sedî 83yê tevahî koçberan temsîl dikin, li derveyî kampan li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê dijîn.
Berevajî vê, 97,430 koçber (20,314 malbat) ku nêzîkî ji sedî 17ê tevahiya nifûsa koçberan temsîl dikin, li 18 kampên ku ji bo koçberan hatine veqetandin dimînin.
Parêzgeha Dihokê 286,313 kesên koçber dihewîne ku ev jî ji sedî 50yê tevahîya hejmara koçberan pêk tîne.
Parêzgeha Hewlêrê piştî wê tê.
Li Hewlêrê 187,427 koçber hene ku ev jî ji sedî 33yê tevahiya wan pêk tîne.
Li parêzgeha Silêmaniyê jî 95,570 kesên koçber hene ango ji sedî 17ê tevahiyê.
Li parêzgeha Silêmaniyê kampên penaberan nînin û hemû penaberên li parêzgehê li derveyî kampan dijîn.
Li gorî rapora JCCCyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn ji bo kesên koçber û penaberan salane hewceyê zêdetirî 850 milyon dolarî ye.
Lêçûna xizmetguzariyan tê texmînkirin ku di rojê de ji 2,3 milyon dolarî zêdetir an jî di mehê de bi qasî 71 milyon dolarî dê bibe.
Koçber çawa di serjimêriyê de cih girtin?
Birêvebirê Desteya Serjimêriyê ya Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman ji Rûdawê re got ku yek ji pirsgirêkên sereke yên ku ew di dema serjimêriya dawî ya 2024an de bi hikûmeta federal re rû bi rû mane ev bû ka gelo penaberên Îraqî û yên ji deverên nakokîdar divê li Herêma Kurdistanê an li parêzgehên wan werin tomar kirin.
Osman got, "Berî ku pêvajo dest pê bike, me bi hikûmeta Îraqê re hevdîtin kir û lihevkirinek ji heft xalan pêk hat.
Yek ji van xalan jî ji ber ku hemû xizmet, ewlehî, jiyan û lêçûnên wan berpirsiyariya Herêma Kurdistanê ne, tomarkirina koçberan a li Herêma Kurdistanê bû .”
Li gorî peyman di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de encamên serjimêriyê yên ji bo deverên ku wekî herêmên hevbeş têne hesibandin û di bin kontrola birêvebirî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne, diviyabû di tomarên Herêma Kurdistanê de bihatana tomarkirin.
Ev herêm navçeya Şêxan û navçeyên Fayda, Gwer, Dibege, Melaqere, Koks û Nevçul dihewîne lê ev yek nehat kirin.
Derbarê helwesta hikûmeta Îraqê Mehmûd Osman wiha got, "Mixabin, piştî serjimêriyê wan ev made bin pê kir û guhertin di madeyan de kirin.
Wan hemû koçberên Îraqî tomar kirin, tevî yên ji herêmên nakokî û deverên ku di bin madeya 140 de ne, heta Îraqiyên ku ji bo kar û perwerdeyê tên Herêma Kurdistanê û her wiha geştiyarên li parêzgehên Îraqê.
Bi vî awayî, wan nifûsa Kurdistanê kêm kir lê dîsa jî hemû barê dabînkirina xizmetguzariyan li ser Kurdistanê ye û ev biryar budce û pêdiviyên herêmê kêm dike."
Birêvebirê Nivîsgeha Serjimêriyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê ev welatî li herêmên xwe yên li Herêma Kurdistanê werin tomarkirin û wiha got:
"Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ango mijara budce û daneyên serjimêriyê, şandeyeke pilebilind ji Herêma Kurdistanê ku ji gelek wezîr, alîkarên wezîran û birêvebirên giştî yên wezaretên cuda pêk dihat, serdana Bexdayê kir."
Lê belê ev pirsgirêk hîn çareser nebûye û serdan berdewam dikin.
Serjimêriya giştî ya nifûsê li Îraq û Herêma Kurdistanê di navbera 20-22yê Çiriya Paşîn a 2024an de hat lidarxistin.
Li gorî serjimêriyê, nifûsa giştî ya Îraqê tevî welatiyên Îraqî û biyaniyan, gihîştiye 46,118,793 kesan.
Hejmara welatiyên Îraqî yên li Herêma Kurdistanê li gorî serjimêriya 2024an
Herêma Kurdistanê:
Gelheya giştî: 6,525,129
Welatiyên Îraqê: 455,044
Rêje: Ji sedî 6.97
Parêzgeha Duhokê:
Gelheya giştî: 1,599,871
Welatiyên Îraqê: 160,295
Rêje: Ji sedî 10.02
Parêzgeha Hewlêrê:
Gelheya giştî: 2,523,534
Welatiyên Îraqê: 186,000
Rêje: Ji sedî 7.37
Parêzgehên Silêmanî û Helebce:
Gelheya giştî: 2,401,724
Welatiyên Îraqê: 108,749
Rêje: Ji sedî 4.53



