کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serokerkanê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Reşîd Yarelah / Wêne: Arşîv

Serokerkanê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Reşîd Yarelah / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Sererkanê Artêşa Îraqê: Yekkirina Pêşmergeyan werçerxaneke dîrokî ye

RÛDAW

RÛDAW

22-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW22-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Reşîd Yarelah got, “Yekkirina Pêşmergeyan werçerxaneke dîrokî ye.

Sererkanê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Reşîd Yarelah bi boneyaragihandina yekkirirna Hêzên Pêşmergeyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Yarelah ev gav wekî "werçerxaneke dîrokî" pênase kir.

Wî diyar kir ku ev pêngav ji bo yekkirina hewldanên leşkerî û bihêzkirina ewlehiya Îraqê gelekî girîng e.

Yarelah di peyama fermî ya ku li ser navê Wezareta Parastinê ya Îraqê hat belavkirin de, pîrozbahî li hemû fermandar, efser û karmendên Hêzên Pêşmergeyan kir.

Wî destnîşan kir ku ev yekbûn nîşaneke berbiçav a komkirina saziyan a di bin banekî de ye.

Yarelah di daxuyaniya xwe de bal kişand ser cihê Pêşmergeyan ê di parastina neteweyî de û got:

"Yekkirina Hêzên Pêşmergeyan, di komkirina saziyên leşkerî û ewlehiyê yên di bin banekî de bingeh û piştgiriyeke girîng e. Ev yek ji bo parastina welat û welatiyan, bilindkirina asta dîsîplîn û amadehiyê gelekî girîng e."

Yarelah her wiha got, "Em wekî Wezareta Parastinê ducare dikin ku berdewamiya hevahengî û hevkariya di navbera Hêzên Pêşmergeyan û Hêzên Çekdar ên Îraqê de xwedî giringiyeke jiyanî ye.

Hêzên Pêşmergeyan beşeke sereke û girîng a pergala me ya parastina neteweyî ne."

Serokerkanê Artêşa Îraqê destnîşan kir ku Pêşmergeyan bi helwesta xwe ya di operasyonên rizgarkirinê de eşkere îsbat kiriye ku ew Îraqê û gelê wê ji terorê diparêzin.

Spasiya serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir

Yarelah ji bo beşdariya wan a di pêvajoya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan û bipêşxistina şiyanên leşkerî de spasiya serkirdayetiya siyasî û leşkerî ya Herêma Kurdistanê kir.

Di daxuyaniyê de, hewldanên Serok  Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl û Serokerkanê Hêzên Pêşmergeyan Îsa Ezîz hatin nirxandin û pesnê wan hat dayîn.

Di dawiya daxuyaniyê de, hat xwestin ku hevahengiya hevbeş a ku xizmeta ewlehî û aramiya Îraqê dike bi kûrahî bidome.

Her wiha behsa yekîtî û wekheviya welêt hat kirin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên